Piştî êrîşa hewayî li Mexmûr û Guwêrê pevçûnên dijwar qewimîn
Piştî êrîşa hewayî li Mexmûr û Guwêrê pevçûnên dijwar qewimîn
Piştî êrîşa hewayî li Mexmûr û Guwêrê pevçûnên dijwar qewimîn
Li hemberî 7 gundên ser bi du navçeyên cîranê Mûsilê yên Başûrê Kurdistanê, balafirên şer ên koalîsyonê duh bi şev êrîşên hewayî pêk anîn. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku êrîşê sê saetan bênavber dewam kiriye.
Fermandariya hêzên pêşmerge ya Guwêrê êrîşa hewayî piştrast kir û da zanîn ku di êrîşên hewayî yên li hemberî gundên di destê çeteyan ên di navbera Mexmûr û Guwêrê û konvoyeke leşkerî de, 23 çete hatine kuştin. Hat raighandin ku cenazeyê çeteyên di bombebarana gundên Kuşaf û Zumar de hatin kuştin, hînê li erdê ne. Berpirsyarê pêşmergeyan da zanîn, ku êrîşa hewayî dem bi dem dewam dike.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî êrîşên hewayê, hêzên Kurd bi berbanga sibehê re ji gelek baskan ve hetin nava êrîşê û tê gotin ku tevî Girê Kuşafê gelek gundên li derdorê kontrol kirine.