Piştgiriya Taksîmê: Walî derewan dike
Piştgiriya Taksîmê: Walî derewan dike
Piştgiriya Taksîmê: Walî derewan dike
Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re li nava Parka Gezî meşiya. Li vê derê Can Atalay axivî û diyar kir ku dadgehê der heqê Parka Gezî de biryara "wê weke parkê bimîne" daye û destnîşan kir ku, Walî derewan dike.
Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re piştî civîna çapemeniyê ya li Hîll Otel a Taksîmê, hat Parka Gezî.
Nêzî 200 kes bi dirûşmên "Qad, park ên gel in", "Veke bigire, veke bigire, heta ku derê", "Ev hîn destpêkê, ji têkoşînê re dewam" li nava Parka Geziyê meşiyan.
Li dû meşê li ser navê Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re Can Atalay daxuyaniyek da. Atalay da xuyakirin ku li gel biryara betalkirinê ya dadgehê jî xebatên projeya hukûmetê dewam dike û got, "Ew darên ji cihê xwe rakiribûn jî, hînê neçandine. Xebatên betonkirinê dewam dike. Hîn sûç dikin."
Atalay der heqê daxuyaniyên Walî Mûtlû yê digot 'Platforma Taksîmê spekulasyonê der heqê biryara dadgehê de dike' Atalay got, "Dadgehê biryara xwe di 6'ê Hezîranê de da. UYAP di 18'ê Hezîranê de ket hundur, ji me re jî di 3'ê Tîrmehê de hat ragihandin. Walîtî derewan dike."
Atalay daxuyaniya Walî ya digot, 'Biryara dadgehê nayê wateya ku Parka Gezî wê weke parkê bimîne" Atalay bersivand û got, "Ya xwendin û nivîsandina Walî tineye yan jî derewan dike. Di biryarê de bi awayekî zelal tê gotin; Parka Gezî wê weke parkê bimîne."
Di daxuyaniya xwe de Atalay xwest dawî li êşkenceya li binçavkiriyan tên kirin were anîn û tavilê serbest bên berdan.
Di vê navberê de li Parka Geziyê pankatek bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine Parka Şehîdên Taksîmê! 1977-2013". Ji bo kesên ji 31'ê Gulana sala 2013'an û vir ve jiyana xwe ji dest daye û Medenî Yildirim ê di êrîşa leşkerên Tirk de li Licê jiyana xwe ji dest da, li ser kevirên li dora parkê, gorên sembolîk hatin çêkirin. Li ser van gorên sembolîk jî nivîsa "Ethem Sarisuluk namirie", "Abdullah Comert namirie", "Mûstafa Sari namire", "Mehmet Ayvalitaş namire", "Medenî Yildirim namire" hatin nivîsandin.