Piştgiriya Taksîmê: Em li virin û naçin ti deran

Piştgiriya Taksîmê: Em li virin û naçin ti deran

Piştgiriya Taksîmê bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan û rayedarên din yên hikumetê û gelemperî ku dibêjin di nava 24 seetan de dê mudaxeleyî Parka Gezî bikin, her wiha bang li herkesê kir ku di demjimêr 19:00’an de bêne Qada Taksîmê.

Piştgiriya Taksîmê têkildarî berxwedana Taksîmê ya di bin gefên êrîşa polîsan de berdewam dike daxuyaniyekî nivîskî weşand û herkes di demjimêr 19:00’an de vexwende Qada Taksîmê.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştgiriya Taksîmê bi armanca li dijî projeya bêhiqûqî ya dixwazin li Parka Gezî çêbikin û terora polîsan, em hemû hempîşe û welatiyên xwe ji bo xwedî li derketina xwazaya xwe, dîroka xwe, çanda xwe, hiqûqa xwe, bi kurtasî pêşeroja xwe vedixwînin Parka Gezî Taksîmê. Em di demjimêr 19:00’an de li Qada Taksîmê li benda herkesê ne. Em li virin û naçin ti deran.”