Piştgiriya Taksîmê: Em li vir in û naçin ti deveran!
Piştgiriya Taksîmê: Em li vir in û naçin ti deveran!
Piştgiriya Taksîmê: Em li vir in û naçin ti deveran!
"Piştgiriya Taksîmê" li dijî destwerdana polêsan a serê sibê got, "Em li vir in û naçin ti deveran" û bang kir ku saet di 19.00'an de li Taksîmê çalakiyan lidar bixin.
Di berdewamiya destwerdana polêsan a li Qada Taksîmê de, Piştgiriya Taksîmê ya ji berxwedêrên Parqa Gezî pêk tê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de "tevgera fetha Taksîmê ya polêsan" hat şermezarkirin û hat gotin, "Em li vir in û naçin ti deveran." Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku herkes saet di 19.00 de beşdarî çalakiya li Taksîmê bibin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di nav dorpêça polêsan de kes nikare behsa demokrasî û diyalogê bike û hat destnîşankirin ku heta daxwazên wan bicih werin anîn, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.