Piştgiriya Taksîmê di civînê de ye

Piştgiriya Taksîmê di civînê de ye

Ji endamên Piştigirya Taksîmê yên di hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan de amade bû, Serokê Desteya Rêveberiya Şaxê Stenbolê ya EMO Beyza Metîn da xuyakirin, ku wan di hevdîtinê de daxwazên xwe anîne ziman û destnîşan kir, ku di axaftin û zimanê Erdogan de ti guhertin çê nebûye. Metîn ragihand, ku ji bo nirxandina mijarên di hevdîtinê de hatin axaftin, ew weke Piştigiriya Taksîmê di civînê de ne û ewê piştre daxuyaniyekê bidin.

Ji endamên Piştigirya Taksîmê yên di hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan de amade bû, Serokê Desteya Rêveberiya Şaxê Stenbolê ya EMO Beyza Metîn, detayên hevdîtinê ragihand. Metîn diyar kir, ku wan di hevdîtinê de daxwazên xwe yên "Bila Parqa Gezî weke parqê bimîne, xebatên xerakirinê yên li ketina AKM'ê rawestin, bombeya gazê bê qedexekirin, mirovên hatine binçavkirin serbest werin berdan" anîne ziman. Metîn got, "Hukûmetê jî ji aliyê xwe planên xwe ragihand. Ti peymanek me bi wan re tineye. Em li wê derê weke qasid amade bûn. Di axaftin û zimanê Serokwezîr de ti guhertin tineye. Hukûmetê got, ewê li benda biryara dadgeriyê bimînin, gotin eger dadgerî ji bo wan biryareke erênî bide jî ewê mijarê bibin referandûmê. Ev yek nîşan dide ku AKP paşve gav avêtiye."

Metîn da xuyakirin ku piştî hevdîtinê ew vegeriyane Stenbolê û ji bo nirxandina hevdîtinê weke Piştgiriya Taksîmê civînê lidar dixin. Metîn destnîşan kir, ku ewê encamên vê civînê danê êvarê di çalakiya ji bo bîranîna têkoşerên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan, eşkere bikin.