Piştgiriya Taksîmê bang li cîhanê kir
Piştgiriya Taksîmê bang li cîhanê kir
Piştgiriya Taksîmê bang li cîhanê kir
Piştgiriya Taksîmê ku ji sibeha roja Sêşemê û vir ve di bin êrişa polêsan de li ber xwe dide, bang li tevahiya cîhanê kir ku li hemberî vê rewşê nerazîbûnê nîşan bide.
Di daxuyaniya Piştgiriya Taksîmê de hat ragihandin ku dîmenên sibeha Sêşemê derketiye holê lîstikeke provokasyonê ye û bi temamî ji aliyê polêsan ve hatiye amadekirin, lê ji ber bi ser neketiye, polêsan bi bombeyên gazê êriş kirine.
Di daxuyaniyê de diyarkirin, ku di encama êrişa polêsan de gelek kes birîndar bûne û di nava birîndaran de jî, gelek kesan travmaya mejî derbas kirine û ji ber gaza zêde çûk û heywanên li derdorê mirine.
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Li Qada Taksîmê û Parqa Geziyê, mirovên me, zarokên me ji bo rûmeta xwe biparêzîn, mirinê didin ber çavê xwe û li hemberî êrişan li ber xwe didin.
Ji bo ev dijwariya polêsan a bi fermana hukûmetê destpê kir were rawestandin em bang li tevahiya cîhanê dikin ku nerazîbûnê nîşan bide û piştgiriyê bide gelê me."
POLÊS LI TAKSÎMÊ TIMÎ DI ÊRIŞÊ DE YE
Demek kin piştî daxuyaniya Piştigirya Taksîmê, polêsan vê carê bi bombeyên gazê û ava şid êriş birin ser komên dixwestin ji Harbiye bên meydanê. Di dema bûyerê de, xebatkarên Şaredariyê yên li qadê kar dikirin reviyan û maşînên TOMA jinûve li qadê hatin bicihkirin.
Ji aliyê din ve, êrişa polêsan a li dijî berxwedêrê Parqa Gezî heta derengiya şevê dewam kir. Hat ragihandin ku dem bi dem polês bombeyên gazê diavêje nava parkê.
LI ENQERÊ ŞEVA BI TEVGER
Li Enqerê jî çalakiyên berxwedana Parqa Gezî tevahiya şevê dewam kirin. Li dû êrişa polêsan, çalakger li taxa Kennedy hatin cem hev û dîsa li bombeyên gazê û ava şid rast hatin. Lê belê polês ji ber berxwedana komê, neçar ma xwe vekişînin. Polêsan saet li dora 03.00 de careke din dest bi êrişê kirin û xwepêşandêr belav kirin. Çalakiyên koman li nava kolanan dewam kirin.
Li Parqa Kûgûlû jî, polêsan dest danîn ser konê xwepêşandêran ên ji destpêka çalakiyên Parqa Gezî vedabûn.
Li Îzmîrê jî bi armanca şermezarkirina êrişên li Parqa Gezî ya Taksîmê, li Qada Gundogdû ya taxa Alsancakê nêzî 500 kesî kon vedan û şeva xwe li binê van konan derbas kirin.