Piştgiriya li HDP’ê deynê ser stûyê me ye

Serokê Komleya Piştgiriya bi Gundiyên Kirkisrakê Tacîm Yeşîlyurt: Êdî partiyeke Elewiyan heye ku dikarin li wê partiyê ya xwe bibêjin. Ev jî HDP ye. Deynê ser stûyê Elewiyan e ku dengê xwe bide HDP’ê.

Kirkisrak gundeki navçeya Sariz a Kayseriyê ye ku piranî Elewiyên Kurd ên Qizilbaş lê dijîn. Tê zanîn ku piraniya gundên Kiskisrakê di ser Dersimê re çûne Meletî û ji wir çûne derdora navçeya Sarizê.

Li Hambûrg û derdora wê nêzî 400 malbatên Kiskisrakê hene.

‘DENGÊ ENDAMÊN KOMELEYÊ DIYAR IN’

Serokê Komeleya Piştgiriya bi Gundiyên Kiskisrakê Tacîm Yeşîlyurt got ew bi Platforma Hilbijartinê ya Hambûrgê re bi hevkarî tevdigerin, hewl didin ku xwe bigihînin her kesî û got, ‘’Em hewl didin ku yek bi yek xwe bigihînin mirovan, êş û kêfxwweşiya wan par ve bikin û dibêjin HDP ji bo gelên Tirkiyê çendî hewce ye. Gelek mirovên ku em bi wan re diaxivin qanih dibin, ên ku qanih nabin jî me biheq dibînin.’’

Yeşîlyurt bal kişande ser hilbijêrên bêbiryar û got, ‘’Divê bêhtir mirov xwe bigihîne mirovên bêbiryar, serê wan tevlîhev û nizanin wê dengê xwe bidin kê. ‘’

‘NEKIN SIH BES E’

Tacîm Yeşîlyurt got her dengê ku ji AKP’ê re biçe ji domkiririna pergala zilmê re diçe. Yeşîlturt bi bîr xist ku tim li ser Elewiyan siyaset hatiye kirin, lê gavekê jî bi pêş de neçûne, tim heqaret li Elewiyan kirine. Her wiha polîtîkayê dirû yên AKP’ê yên li ser Elewiyan destnîşan û got, ‘’Hemû partiyên pergalê tenê mîna ku em depoya dengan bin li me nerîn. Bi salan tenê dema hilbijartinê em hatin bîra wan. Em jî dibêjine wan, ‘nekin sih, me tiştekî dî nave’’. Ji ber ku êdî partiyeke Elewiyan heye ku dikarin li nav a xwe bibêjin. Ev jî HDP ye. Deynê ser stûyê hemû Elewiyan de ku dengê xwe bidin HDP’ê.’’

‘DEMÎRTAŞ SIÛD E’

Yeşîlyurt herî dawî got, ‘’Dive her kes dengê xwe bide Rêzdar Selahattîn Demîrtaş. Ji ber ku di dilê wî de hezkirina li 80 milyon kesî heye. Pir jidil e û zimanê wî çêker e. Demîrtaş ji bo hemû civakên Tirkiyê siûd e. Ez hêvî dikim ku xebatên me cihê xwe bibînin.’’

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA