Piştgiriya ji bo parêzerên ÇHD'ê yên di greva birçîbûnê de ne

Parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan piştgirî dan berxwedana greva birçîbûnê ya parêzerên ÇHD'ê yên girtî û xwestin bersiv ji daxwazên wan re bê dayin.

Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, endamên komeleyê Aycan Çîçek, Aytaç Unsal, Barkin Tîmtîk, Ebrû Tîmtîk, Engîn Gokoglû, Ayşegul Çagatay û Oya Aslan li girtîgehê di 3'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ser mijarê li Baroya Stenbolê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Demokrasiyê, Koma Hiqûqnasên Hemdem û Buroya Hiqûqê ya Gel beşdarî civînê bûn.

Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulum, endamê Desteya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Bîçer û Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe, nivîskar Temel Demîrer û gelek hiqûqnas tevlî civînê bûn.

Endamê Rêveberiya Navendî ya ÇHD'ê Umît Buyukdag metna daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Buyukdag cezayê girtîgehê yê 159 salan li hevalên wan hatiye birîn bibîr xist û got, "Em zanin ku li Tirkiyeyê dadgerî nîne."

Buyukdag got, "Bi navê ÇHD'ê em radigihînin ku em li pişt daxwazên hevalên xwe yên girtî ne û ji bo berxwedana wan bi ser bikeve heta ji me tê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû jî anî ziman ku desthilatdarî salên dûr û dirêj e hêza giran bi kar tîne û got, "Daxwaza parêzeran daxwaza civakê hemû ye."