Piştgiriya ji bo Asli Erdogan li qada navneteweyî zêde dibe

Çalakiyên ji bo nivîskar Asli Erdogan, ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatiye girtin, li Ewropayê belav dibin. Tê payîn, bi vê armancê gelek çalakî li Fransayê werin lidarxistin.

Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Asli Erdogan, roja 17'ê Tebaxê li mala xwe hat binçavkirin û piştre hat girtin. Dadgeha Tirk dixwaze Asli Erdogan heta dawiya emrê wê di girtîgehê de bihêle. Doza darizandina Asli Erdogan wê di 29'ê Kanûnê de dest pê bike.

Li gelemperiya cîhanê, bi taybetî li Fransayê çalakiyên ji bo nivîskar Asli Erdogan zêde dibin. Li salonên şano, pirtûkxane û malên helbestan, aktîvîteyên xwendinê tên kriin.

Roja 10'ê Kanûnê li Şanoya Bastîlle ya Parîsê, saet di 17:00 de komedyen Clotîlde Hesme rojeke xwendinê organîze kir. Roja 11'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Pirtûkxaneya Maûpetît a li Marsîlyayê, kolektîfa 'Pîedebîche' çalakiyeke bi heman rengî organîze kir.

Roja 12'ê Kanûnê saet di 18:00 de wê li salona LCaûse ya li bajarê Brestê, hunermendên bi navê Gennevîêve Robîn, Gûy Abgrall û Françoîse Bachelîer, beşên ji pirtûka "Avahiya ji Kevir û yên Din" a Asli Erdogan bixwînin. 

Heman rojê wê li bajarê Bordeaûxê jî li La Machîne a Mûsîqûe, saet di 17:00 de şeva xwendinê bê organîzekirin. Li bajarê Nantesê saet di 19:00 de, kolektîfa 'Azadî ji Asli Erdogan re' wê 'La Manûfactûre des tabacs' bi Fransî û Tirkî bixwîne.

Çalakiyeke din a 12'ê Kanûnê wê li Mala Helbestan a Parîsê (La Maîson de la Poêsîe) saet di 20:00 de pêk were. Gelek nivîskar û rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê didin şeva piştgiriyê.

13'ê Çileya 2017'an saet di 18:00 de wê li pirtûkaneya L'Esperlûête ya li Chartresê şeva xwendinê pêk were.

Her wiha ji 1'ê Kanûnê heta 24'ê Kanûnê li Swîsreyê bi sernavê 'La Maîson êclose', 'Ji bo azad bibe, bixwîne' çalakî tê lidarxistin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî xwedî li vê çalakiyê derdikeve."