Piştevaniya Taksîmê: AKP dê nekare tekoşîna gel rawestîne

Piştevaniya Taksîmê: AKP dê nekare tekoşîna gel rawestîne

Îşev piştî êrîşa polîsan a li ser gel Piştevaniya Taksîmê li Odeya Endezyarên Makîneyan civînek ya çapemeniyê li darxist. Di civîna çapemeniyê de ji DÎSK’ê Onder Atay, ji TTB’ê Huseyîn Demîrdîzen, ji TMMOB’ê Samî Yilmazturk, ji KESK’ê Huseyîn Tosu, Hevseroka ESP’ê Fîgen Yuksekdag, ji SYKP’ê Tuncay Yilmaz, Endamên Lijneya Rêveber ya HDK’ê Şamil Altan û Kadir Akin, Parlementer Levent Tuzel amadebûn.

Demîrdîzen balkişande ser daxuyaniyên biroj ên Waliyê Stenbolê Mûtlû. Demîrdîzen got, “Tirkiye bû welatekî pêkenûkên xirab. Bi gotina ‘ez seet 15:00’an parkê vedikim û we digirim’ nabe, ev tê çi wateyê.

Rêveberê Konfederasyona Sendîkayên Karker û Şoreşgerên Tirkiyeyê (DÎSK)’ê Onder Atay diyarkir ku, “Hevalên me ên di nava rêveberiya sekreteriya Piştevaniya Taksîmê de jî heyî, 32 hevalên me hatin binçavkirin. Hikumeta AKP’ê wisan hesab dike ku, dê tekoşîna gel, piştevaniya gel rawestîne. Bi binçavkirinê dê destkeftiyên gel paşde vegerîne, tiştek wisan nemumkune. Em weke Piştevaniya Taksîmê dê şopdarên daxwazên xwe bin û dê şopdariya xwe jî berdewam bikin.”

Atay bibîrxist ku, bi heftiyane gel rastî bitonan gazê hatiye û got: “Lê dema temaşeyî daxuyaniyan dikî, dibêjî qey ew gaza hatiye avêtin hemû Waliyê Stenbolê xwariye. Walî îdia dike ku, jib o mirov bikevin parkê û bi axivin pêwîste destûrê werbigirin. Makezagon diyare. Armancên me ango yên Piştevaniya Taksîmê diyarin. Yên hatine binçavkirin diyarin. Tişta nediyar, hikumeta ku nizane vî welatî bikuve dibe ye. Kesên nasnameya wan nediyar û di destê wan de kêr heyî û kesên çekdar ên alîgirin. Em weke welatiyên vî welatî bifikarin.”

Atay destnîşan kir ku, yek ji daxwazên bingehîn ên berxwedana Parka Gezî “rawestandina tundiya li hemberî gele” careke din daxwazên Piştevaniya Taksîmê rêz kirin û ji hikumeta AKP’ê û Waliyê Stenbolê hate xwestin ku kesên hatine binçavkirin demil dest serbest berdin.

Ji Yeketiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB)’ê Samî Yilmazturk bibîrxist ku, di dema êrîşa polîsa ya Qada Taksîmê ew bi xwe jî li wir bû û got; “Di destê me de maskeyê me jî tune bû.” Yilmazturk anî ziman ku, dema ku zarok û malbat li Parka Gezî ya Taksîmê bûn polîsan bombeyên gazê bikaranîn û destnîşan kir ku, “Em bi pênûs û fikirê tekoşîna xwe didin.”

Yilmazturk aşkera kirk u, biryara doza betalkirina plana Taksîmê îro hate teblî kirin û got, “Em dê li pişt daxwazên xwe bin.”

Li ser pirsekê Demîrdîzen balkişande ser ku di dema berxwedanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku, “Ev ne rewşek wisane ku bi plana tadîlatê ji holê bê rakirin.”

Di vê navberê de hate aşkera kirin ku, hêjmara kesên hatine binçavkirin 80’ê ne, her wiha Piştevaniya Taksîmê dê sibe di demjimêr 10:30’an de di Otela Hill Taksîmê civînek ya çapemeniyê pêkbîne.