Piştevaniya Kobanê-Pirsûs sînorên sûnî hilweşand

Piştevaniya Kobanê-Pirsûs sînorên sûnî hilweşand

Bi hezaran Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyan neçar man koç bikin, bi gotina "Pirsûs Kobanê ye" li şûna çûyîna bajarên cuda li navçeya herî nêzî Kobanê li Pirsûsê bicih bûn. Pirsûsiyan hembêza xwe li Kobaniya vekirin, Kobaniyî jî ji vê piştevaniyê gelekî dilxweş in.

Kobanê û Pirsûs, du parçeyên bajarekî bi sînorên sûnî yên ji têlan ji hev hatiye veqetandin e. Li vî her du bajarên ku sînorê sûnî di navbera wan de hatiye xêzkirin, ev 86 roj in rojên awarte tên jiyîn. Li Kobanê li dijî çeteyan berxwedaneke bêeman dewam dike, Pirsûs jî hembêza xwe li nifûseke bi du qatan jê mezintir vekir û dibêje "Pirsûs Kobanê ye, Kobanê Pirsûs e". Ji ber ku şêniyên her du bajaran hema hema hemû xizmên hev in, ev dirûşme li şûna xwe rûdinê. Ji ber vê yekê, piraniya Kobaniyan, li şûna çûyîna bajarên din, li Pirsûsê bicih bûn. Li Pirsûsê ku zêdeyî du meh in mînakek ji mêvanperwerî û piştevaniyê tê nîşandan, jiyan bi alîkarîdayîna hev û bi wijdan dimeşe.

'GELÊ PIRSÛSÊ GELEKÎ XÊRXWAZ E'

Naîle Hame ya 80 salî ya ji Kobanê dibêje, ew bi malbata xwe ya ji 12 kesan re, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê û li vir alîkariyeke mezin dîtine.

Medîne Salih jî da xuyakirin ku gelê Pirsûsê deriyên xwe li wan vekiriye, alîkariya kinc û xwarinê daye wan û demeke dirêj li wan dinêre. Salih anî ziman ku Pirsûsiyan xanî dane wan û got, "Dema em hatin, Pirsûsiyan çi ji dest hat kirin. Kincên me şuştin, xwarina me çêkirin. Demeke dirêj her tiştên me hevpar bûn. Em fikirîn ku em bûne barekî giran û me hewl dan kincên xwe bi xwe bişon û xwarina xwe bi xwe çêbikin. Her tim dipirsin ku pêwîstiyeke me heye yan na. Xwedê ji wan razî be."

Kobaniyeke din Halîme Mistefa jî diyar kir ku gelê Pirsûsê gelekî xêrxwaze û anî ziman ku ew li vê derê xwe bi tenê nabînin. Mistefa destnîşan kir, ku dîsa jî yekane daxwaza wan bidawîbûna şer û vegera li Kobanê ye.

'YEKÎTIYA KURDAN ÇÊBÛ'

Xelîse Mehmûd jî ragihand ku ew li xaniyê Pirsûsiyan dane wan bêyî kirê bidin dimînin û pêwîstiyên wan ên betanî, nivîv û xwarinê yên ji bo 14 ferdên malbata wan, demeke dirêj ji aliyê Pirsûsiyan ve hatiye dayîn. Mehmûd da zanîn ku ew ê alîkariya gelê Pirsûsê ti carî ji bîr nekin û destnîşan kir ku yekîtiya gelê Kurd roj bi roj mezin dibe.

Hedle Bozo da xuyakirin ku ji roja hatina Pirsûsê û vir ve gelê Kobanê alîkarî daye wan û anî ziman ku ew naxwazin zêde bibin bar û dixwazin vegerin xaka xwe.

'PÊWÎSTE HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI KOBANIYAN BÊ DERKETIN'

Mahmût Kiliç (60) ê ji Pirsûsê jî ragihand ku xwedîderketina li gelê Kobanê wezîfeyeke însanî ye û diyar kir ku wan her tişt bi wan re parve kirine. Kiliç diyar kir ku şêniyên navçeyê li gorî derfetên xwe, xanî, bexçe û xwarina xwe bi Kobaniyan re parve dike.

Pirsûsiyekî din Hasan Altintaş jî da xuyakirin ku eger Kobaniyî biçin bajarên din ên Tirkiyeyê wê bêxwedî û perîşan bin û ji bo destekê bidin xwişk û birayên xwe çi ji destê wan tê dikin. Altindaş da zanîn ku ya tê kirin têrê nake û bang li tevahiya Kurdan kir ku hîn bêhtir xwedî li Kobaniyan derkevin û alîkariya xwe zêde bikin."