Piştevaniya gelê Kobanê mezin dibe

Piştevaniya gelê Kobanê mezin dibe

Rêxistinên li derveyî welat ên pirsgirêka stargehê yên Kobaniyên xwe li Pirsûsê girtine dîtin, kêm be jî ji bo pêçandina birînên gel, 250 kon şandin herêmê.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên stargehê yên Kobaniyên li Pirsûsê, kampanyayên piştevanî û alîkariyê yên li Kurdistan û welatên Ewropayê berfireh dibin. Komeleya bi navê Alxas Kom a ji koçberên Elbîstanê yên li Îngîlîstanê, di çarçoveya kampanya bi navê "Tu jî betaniyekê bikire" de 250 kon anî Pirsûsê. Konên anîn wargeha Arîn Mîrxan, ji aliyê dildaran ve hatin vedan û ji bo gel karibe lê bimîne, hatin amadekirin. Hevserokê Komeleya Alxas Komê Cevdet Karakoç da xuyakirin ku xebatên wan ên ji bo piştevaniya Kobanê wê dewam bikin.