Pisporê Fransî: DAIŞ li Kobanê ket feqek tirsnak
Pisporê Fransî: DAIŞ li Kobanê ket feqek tirsnak
Pisporê Fransî: DAIŞ li Kobanê ket feqek tirsnak
Pisporê Fransî Romain Caillet, ku di mijara rêxistinên olî yên tund de dixebite, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê ketine feqeke tirsnak û diyar kir ku êdî nepêkane bajar têk biçe.
Caillet ji ajansa AFP'ê re axivî û anî ziman ku berî çend hefteyan baweriya têkçûna Kobanê hebû, lê pêşketinan nîşan dane ku bajar wê têk neçe. Caillet da zanîn ku DAIŞ nema dikare zêdetir bi pêş ve biçe û destnîşan kir ku çete ketine feqeke tirsnak.
Caillet diyar kir ku DAIŞ li her avahiya bi dest dixe neçar dimîne bi dehan endamên xwe lê bicih bike, ev yek jî ji bo êrîşên hewayî dibe hedefeke guncaw. Caillet anî ziman ku di her êrîşê de gelek DAIŞ'î hatine kuştin.
Caillet ragihand ku di êrîşeke hewayî ya beriya mehekê de, 5 kesên ji Fransayê tevlî DAIŞ'ê bûbûn bi carekê hatine kuştin û da zanîn ku gelek endamên biyanî yıên DAIŞ'ê li Kobanê ne.