'Pirtûkxaneya Ocalan' li Helsînborgê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan', ku 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, gihîşt bajarê Helsînborg ê Swêdê.
Otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan', ku 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, gihîşt bajarê Helsînborg ê Swêdê.
Otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' ku ji bo belavkirina nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bir ê ket, li bajarê Helsînborg ê Swêdê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê, girseya gel bi konvoyekê bi qasî saetekê li nava bajêr geriya. Dûre li Komeleya Jinê ya Helsînborgê panelek hate lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Suleyman Gunyelî li panelê axivî û got, "Her Kurd divê ji bo Rêberê xwe bixebite. Di rêya Ocalan de rêwîtiya me ya ber bi rastiyê ve didome."
Otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' wê îro berê xwe bide bajarê Goteborg ê Swêdê. Piştre jî biçe paytexta Swêd Stockholmê.