Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ a Rêber Apo bi zimanê Spanî hate wergerkirin
Pirtûkên 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' ên Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneya Katalan, Descontrol û Weşanxaneya Meyman bi zimanê Spanî hate wergerkirin.
Pirtûkên 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' ên Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneya Katalan, Descontrol û Weşanxaneya Meyman bi zimanê Spanî hate wergerkirin.
Bergê sêyemîn ê pirtûka bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” a Rêber Apo meha Mijdarê bi hevkariya Weşanxaneya Katalan Descontrol û Weşanxaneya Meyman ve hate weşandin.
Rêber Apo di Sosyolojiya Azadiyê” de ji bo çareseriya pirsgirêkên herî lezgîn ên sedsala 21’ê rêbazekê pêşkêş dike. Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de ji bo avakirina alternatîfekê ji modernîteya kapîtalîst, hîmên esasî û şênber ên modernîteya demokratîk di berhema xwe ya ji 520 rûpelî de vedibêje.
Di pirtûkê de 12 pirsgirêkên civakî yên bingehîn pênase dike ku krîza modernîteya kapîtalîst nîşan didin: desthilaltdarî û dewlet, exlaq û siyaset, mejî, aborî, endustriyalîzm, ekolojî, zayendîperestî, malbat, jin û pirsgirêka nifûsê, bajarbûyîn, çîn, burokrasî, perwerde û tenduristî, mîlîtarîzm û herî dawî jî pirsgirêka aştî û demokrasiyê.
Rêber Apo destnîşan dike ku ev pirsgirêk hemû pêwendiya xwe bi hev re heye û xwe dispêre heman çavkaniyê, yanî dewletê, desthilatdariyê, kuştina civakê.
Pirtûk ji vê navnîşanê dikare bê xwestin: https://descontrol.cat/portfolio/sociologia-de-la-libertad/
Her wiha di demeke nêz de ji malpera înternetê ya Weşanxaneya Meyman meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.