Pirtûka 'Konseptên alternatîf ên li dijî modernîteya kapîtalîst û lêgerîna Kurdan'

Pirtûka 'Konseptên alternatîf ên li dijî modernîteya kapîtalîst û lêgerîna Kurdan', ku ji axaftinên konferansa sala 2012'an a li Elmanyayê ya li ser paradîgmaya Ocalan a Modernîteya Kapîtalîst hat amadekirin, digihêje ber destê xwendevanan.

Weşangeriya Amara ku xeteke weşanê ya alternatîf esas digire, 'Konseptên alternatîf ên li dijî modernîteya kapîtalîst û lêgerîna Kurdan', ku ji axaftinên konferansa sala 2012'an a li Elmanyayê ya li ser paradîgmaya Ocalan a Modernîteya Kapîtalîst hat amadekirin, digihîne ber destê xwendevanan.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Weşangeriya Amara Ridvan Saîn, demeke kurt beriya belavkirina pirtûkê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tevî nêrînên Ocalan ên li ser mijarê, wan di pirtûkê de cih dane nêrînên 25 qisekeran ên zanyarên civakî, ekonomîst, zanyarên siyasetê û parêzvanê mafên mirovan ên xwedî konseptên alternatîf.

LI DIJÎ PIRSGIRÊKÊN JI BER KAPÎTALÎZMÊ DERKETINE, ÇARESERIYA ALTERNATÎF

Weşangeriya Amara amadekariyan dike ku pirtûka bi navê 'Konseptên alternatîf ên li dijî modernîteya kapîtalîst û lêgerîna Kurdan' bigihîne ber destê xwendevanan. Pirtûka ji axaftinên li konferansa Elmanyayê ya sala 2012'an a di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi zimanên cuda yên Ewropayê hat weşandin, bi saya Weşangeriya Amara bi zimanê Tirkî hat amadekirin. Berpirsyarê Weşana Giştî ya Weşangeriya Amara Ridvan Saîn da xuyakirin ku ew li hemberî modernîteya kapîtalîst, weşangeriya modernîteya demokratîk esas digirin. Saîn got, "Weşanxaneya me, tevî nêrînên Birêz Ocalan ku teorîsyen û hêza bicihanîna paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e, her wiha meseleyên teorîk ên ramangêr û tevgerên li dijî kapîtalîzmê, berhev dike." Saîn anî ziman ku bi vê rê û rêbazê re ew dixwazin tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên ji ber kapîtalîzmê, bikin.

Saîn diyar kir ku bi vê pirtûkê re ew dixwazin tevgerên civakî û hewldanên alternatîf ên ji komunên Parka Gezî heta dagirkeriya febrîqeya karkerên Kazova, ji şoreşa Rojava heta berxwedanên xwerêveberiya demokratîk, bigihînin hev.

...