Pirsgirêka girtîgeha Licê çareser dibe

Pirsgirêka girtîgeha Licê çareser dibe

Li girtîgeha navçeya Licê ya Amedê di hevditina vekirî ya ku bi destura serdozgeriyê pêk hat de, cendermeyan bi hinceta lêgerînê ket koxuşan û li ser vê yekê girtiyan serî hilda.

Dema malbatên hatibûn serdana girtiyan, cenderme ketin koxuşan û li ser vê yekê girtiyên edlî bertek nîşan da û serî hildan. Girtiyan diyar kirin ku ger leşker ji koxuşan dernekevin  an jî dê xwe û  koxuşên xwe bidin ber agir.

Piştî bûyer hate bihistin qeymeqamê navçeyê Ozel Ozbek û serdozgeriya komarê hat girtîgehê û girtî û malbatên wan re hevdîtin kir.

Qeymeqam hevdîtin bi girtiyan re kir û piştî hevdîtinê leşker ji koxuşan derketin. Li ser ve yekê malbatên hatibû hevdîtinê li derve diman, xistin hundir.  Di agahiya beriya vê de hatibû diyar kirin ku dema malbat di hundir debûn serhildanê destpêkiriye. Hat hînbûn ku gengeşî bi dawî bûye.