Pirsgirêka avê kargehên mezin ditirsîne
Pirsgirêka avê kargehên mezin ditirsîne
Pirsgirêka avê kargehên mezin ditirsîne
Bi germbûna global û guherîna avhewayê re, yek ji pirsgirêkên ku herî zêde tê bilêvkirin, rewşa ava li ser rûyê erdê ye ku wê çiqasî têrê bike. Raporek ku di encama hevdîtina bi kargehên hilberîner ên li cîhanê navdar de hat amadekirin, balê dikşîne ser zerarên kêmbûna avê li mezinbûna aboriyê.
Rapora avê ya bi navê 'Global Water Report' a ji aliyê saziya bi navê Carbon Diclosure Project (CDP) a navenda wê li Londonê ye hat amadekirin, hat aşkerakirin. Rapor di encama hevdîtina bi 174 kargehên li gelemperiya cîhanê navdar de hat amadekirin. Li gorî raporê, kargehên mijara gotinê, ji çikandina avê bi fikar in.
Di rapora ku li bajarê Spanya Barcelonayê bi wesîleya konferansekê hat aşkerakirin de, ji sedî 68 beşdarên di nav 500 kargehên mezin ên cîhanê de hatin hilbijartin, destnîşan kirin ku karên wan ên bazirganiyê yan jî cîroyên wan wê bikevin bin bandora pirsgirêka avê. Di raporê de hat ragihandin ku bi taybetî kargehên li welatên bi lez mezin dibin ên weke Çîn, Hîndîstan û Brezîlyayê dibe ku pirsgirêka avê bijîn û ava li van welatan her diçe kêm dibe.
LEHÎ Û KALÎTEYA AVÊ JÎ PIRSGIRÊK IN
Nuqteyeke din a ku Global Water Report bal kişand ser wê, lehî û kalîteya avê bû. Li gorî vê, li gel kêmanî yan jî çikandina avê, lehî jî zerarê didin hilberîna kargehan.
Pirsgirêkeke din a ku kargeh li ser disekine jî, ketina kalîteya avê ye. Di rapora CDP de hat gotin, "Nediyariya avê, ji bo cîhana kar pirsgirêkek mezin e."
Di raporê de hat destnîşankirin ku bandora pêwîstiya bi avê, bajarvanî, pîşesazî û mezinbûna aboriyê, li gel guherîna avhewayê pirsgirêkan mezintir dikin.
TESERÛFA AVÊ GIRÎNG E
Serokê Giştî yê CDP'ê Paul Simpson ragihand ku pirsgirêka avê, ji bo gelek markayên cîhanê dikare rê li ber problemên cidî veke û got, "Bêtir zelal dibe ku pirsgirêkên ji ber avê dikar zerarê bide nirxê markayan yan jî pêşî li mezinbûna kargehekê bigire."
Yên beşdarî lêkolîna CDP bûn dan xuyakirin ku wan di salên dawî de bêtir girîngî dane teserûfa avê. Firoşgeha kincan a bi navê H&M ya beşdarî lêkolînê bû ragihand, ku ji bo jeansekî 15,5 lître av tê bikaranîn, lê wan ev yek ji sedî 65 kêm kirine.
Yek ji markayên sereke yên otomobîlê Volkswagen a Elman jî dixwaze rêjeya ava ji bo hilberîna wesayîtekê pêwîst e, kêm bikin. Volkswagen sozê dide ku heta sala 2018'an ava bikar tîne li gorî sala 2010'an yek ji çar paran kêm bike.