Pirsgirêk û çareseriyên Rojhilata Navîn -2

'Ji bo derketina ji kaosa Rojhilata Navîn mirov dikare sê senaryo:a pêşî, ên ku dixwazin statûkoya berê biparêzin,  welatên herêmê ku piştî şerê cîhanê yê pêşî û duyan hatibûne vesazkirin ji hêla siyasî û aborî ve wê li ser modêla netew-dewletê rawestin.'

Ji parastina ''Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk'' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em weşandina sernavan didomînin.

Nirxandinên Ocalan ên li ser pirsgirêka Kurdan, têkilî senaryoyên bi maweya navîn ên derbarê çareseriyê û derketina ji nav kaosê wiha ne:

PIRSGIRÊKA KURD TEVLÎHEV Û PIRHÊLÎ YE

Bi maweya navîn pirsgirêkên din ên girîng têkiliyên Ereb-Israîlê, Kurd û Ereban, Kurdan û Îranê û Kurdan û Tirkiyê ye. Di çareseriya van pirsgirêkean de a ku li ser hîmê dîrokî çêbûne, hewldanên resen ên NY, NATO, Koalîsyon û YE'yê bêguman wê bandora dalezandinê bike. Lê herdu jî pirsgirêkên giran in. Bi qasî ku di kûrahiyên şaristaniyê de dimînin, têkiliyên xwe yên bi modernîzmê re pir bi nakok in û bi rageşî ne. Çareseriya pirsgirêka Ereb û Israîlê bi rêjeyeke zêde girêdayî bihêzbûna aştî û demokratîkbûnê ya herêmê ye. Berevajî ya ku lê tê fikirin, gotina, pêşî bila pirsgirêka Filistîn-Israîlê çareser bibe, wê talokeyê tîne ku 50 salî dî jî were taloqkirin. Di bingehê pirsgirêkê de civak û dewletên Ereb hene, yên ku demokratîk nabin. Demokratîkbûna di herduyan de wê şertên aştiyê ya Filîstîn û Israîlê hazir bike. Berevajî vê, şerê Filistîn û Israîlê hişmendû avaniyên dûrî demokrasî, azadî û wekheviyê ya li nav dewlet û civakên Ereb xurtir bike. Weke heta niha xurt kirî.

Meseleya Kurd jî hê zêdetir tevlîhev û pirhêlî ye. Bi avaniyên dewlet û civakên Ereb, Îran û Tirkiyê re xwedî pirsgirêkên giran e. Mafên herî jirêzê yên medenî jî nayên danîn. Mafên siyasî û aborî nayînin rojevê. Qirkirineke çandî heye. Ferzkirinên dawî yên DYE'yê dibe ku hinekî bilebitîne, dibe ku rê li ber hin pêşîlêvekirinên sînordar veke. Nexasim Federaya Kurdistana Iraqê li ber tahrîkê ye. Bi bandora NYE, NATO û Koalîsyonê  dibe hê jî pêtî çêbibin. Statûya Kurdan a berdest mîna zordayina li serhildanê ye. Heke ev were domandin, bi şêwazeke çareseriyê ya demokratîk a watedar neyê nîşandan, cografyayeke bi xwînê ya ku wê şerê Israîl-Filîstînê li pey xwe bihêle, dibe ku derkeve holê. Bi girseyeke 40-50 milyonî ya Kurdan şerekî li cografyayeke asê wê arîşeyên li herêmê girantir bike. Wê herêmê ji her cure geşedanê re vekirî bihêle.

ÇARESERIYA BI MAWEYA NAVÎN

Çareseriya bi maweya dirêj; Li nav dewlet û  civakÊn Îran, Pakîstan, Komarên Tirkî û Ereban, bi mafê mirovan û demokratîkbûnê, bi pêkhatina rabûna aborî pêkan e. Muxafazakariya di avaniyên dewlet û civakê de heta ku blokên xurt ên berjewendiyê hebin wê li ber xwe bidin.  Encex ku bigihe gel, alternatîfên dahurîner werin danîn û pergala serwer zexta xwe kêm neke, veguehrîna navpergalî bi sînorkirî jî be dikare pêk were.

Ji bo her sê maweyan jî hewceyî bi qebareyeke zêde ya hêza leşkerî û aborî heye. Rêveberina Projeya Rojhilata Navîn wê operasyonên leşkerî û aborî domdar bike. Li gel vê azadiya jinê ya navborîi û gihandina mirovên lîberan bi girîngiyeke wiha ye ku nikarin dev jê berdin. Heta ku jin şiyar nebe û azadiya asgarî nejî, hemû hewldanên din mehkûm in ku ti encamê bi xwe re neyîni. Bêyî ku cihêtiya jin û mêr were kirin heta ku azadiya takekî pêk neyê, di serî de ya jinan, azadiya hemû beşên civakî pêk naye.

SÊ SENARYOYÊN DERKETINA JI NAV KAOSÊ

Ji bo derketina ji kaosa Rojhilata Navîn mirov dikare sê senaryoyan xêz bike. Ya pêşî, ên ku dixwazin statûkoya berê biparêzin,  welatên herêmê ku piştî şerê cîhanê yê pêşî û duyan hatibûne vesazkirin ji hêla siyasî û aborî ve wê li ser modêla netew-dewletê rawestin. Ji ber xirabûna hevsenga Sowyet-DYE'yê û ji ber şêwaza împaratoriya DYE'yê berê xwe daye herêmê, modêla netew-dewletê mîna rewşa xwe ya berê bi zehmetî wê bimeşe. Veguherînin abroî, siyasî û çandî mîsoger in.  Avaniya siyasî û aborî ya ji ya ji berê mayî ya dewletî, milliyetgirî û dînî li pêş pêngava nû ya globalbûnê ji her alî ve asteng in.

Ji ber ku serdema kapîtalîzma millî ji mêj ve ye bihurî ye û ji ber ku derfetên polîtîkaya hevsengê ya sedsala 20'an têra xwe sînordar bûne, mirov dikare bipe ku dîsa bi pergalê re movikî bibin. A ku dixwazin bikin ew ku bihayê hinekî zêde bikin û movikî bikin. Wê bixwazin vê jî bi pêvekirina qulpên mîna milliyetgiriyê, muxafazkariyê û sosyal, bi rengê ku li xweşiya zemîna wan a girseyî biçe û bi rêbazên reklamên medyatîk bikin. Hewldanên sereser û bêkêr ku rojane pir têne jiyîn, ku em nikarin jê re geşedan jî bibêjin, her çendî mîna polîtîkayê werin nîşandan jî tam rêbaza şelişandinê ya demagojîk e. Dewletiya kevneşopî, komarparêz an jî kraltiya wan ne zêde girîng e, ya ku ev komên berjewendiyê yên dînî û mezhebî dixwazin xilas bikin, rana aborî û siyasî ye.

Navendê kapîtalîst ên li pêş -DYE, YE û Japonya, Çîn jî- ku bi wê îdîayê ne pergalê li gorî krîterên serdema zanînê vesaz bikin, nayê payin ku bi aboriya rantxurt û avaniyên siyasî ve rê ve biçin. Divê ev fêhm bikin ku kapîtalîzma klasîk a komprador bihuriye. Nexasim statûkoya ku Tirkiye, Misir, Pakîstan û Îran dixwazin li ser piyan bigirin, li bara berê xwe dana ser herêma wê zehmet be ku xwe ragirin.  Derfetên wiha weke berê nemane ku di nav xwe de û ne jî li derve bi tifaqan xwe bidomînin.  Bi nazan jî be, ji biilî vebijêrkên ku ji nû ve movikî pergalê ya bi çarçoweya projeya mezin a bi pêşengiya DYE'yê bibin, vebijêrkên din zêde rasyonel xuya nakin.

Senaryoya duyan bi giraniya DYE'yê jinûveavakirin e. Mîna yên ku Ingiltere û Fransayê piştî şerê cîhanê yê pêşî kirî, gaveke wiha tê sêwirandin. Dibe ku statûyeke navbeyna netew-dewletê û mêtingeriya nû were fikirandin.  Heta ku DYE li ser herêmê rawest û heta ku statûkoya herêmê mîna hedefê şanî NATO'ya berfirehkirî û zêdetir bi xwe ve girêdayî bike û NY'yê tevlî vê bike, senaryoya ku wê pir were xwestin ku realî bike wê ev senaryoya duyan be. Heke em mînak bidin, piştî şerê  cîhanê yê duyan bi çarçoweya Projeya Marshall jinûveavakirina Ewropa û Japonya ye. Em dikarin cîranên wan Meksîka û Qenedayê jî lê zêde bikin.  Lê diyar e  ku vesazkirina li Rojhilata Navîn wê ji mînakên wê yên berê cudatir were pêşxistin.  Êdî di serî de Misir, dewletên ku jê re Ereb têne gotin, dewletên mîna Îran, Efganîstan, Pakîstan û Tirkiye jî di nav de, ji bo ku êdî weke berê wê nema karibin werin domandin, divê dersên vesazkirina nû baş bixwînin.

Lîberaliya di aboriyê de,bi çarçoweya  li qadên civakî, nexasim li ser jinê azadbûnê û di siyasetê de demokratîkbûna bi çarçoweya pergalê- demokrasiya burjuvayê- mantiqê sereke yê vê jinûveavakirinê ye. DYE wê Ewropayê û Japon bide pey xwe, her wiha bi NY'yê bi çêkirina rewatiyê, ku hewce kir bi nîşandada rota NATO'yê, wê li ser veguherîna demkurt, dema navîn û domdirêj a van welatan raweste. Ên ku astengiyê derxînin helbet wê bikaranîna leşkerî, siyasî, aobrî (ÎMF-Benqeya Cîhanê) û vebijêrkên dîplomatîk bînin ser eyarê. Di vê senaryoyê de sînorên siyasî her çendî pir neguherin jî, weke ku li Efganîstan, Iraq û Gurcistan û Balkanan hatî dîtin, ji avaniya navendîparêz-burokratîk heta bi federasyona nerm, rêveberiyên xwecih hatî qeyîmkirin, wê avaniya siyasî ya demokratîktir were tercîhkirin. Ji hêla aborî ve aboriya dewletî wê were feşkilandin, bi taybetîkirin û şîrketên derve re ya li ser şîrketên têkel, pirnetew rê bidin avaniya aboriyê. Veberhênan li ser azadiya jinê û xebatên çand û hunerê yên li ser takekesiyê tê kirin, hêza medyayê jî di xizmeta  vê jinûveavakirinê de tê hazirkirin. Iraq û Efganîstan dikarin bibin prototîpa vê senaryoyê.

Lê aliyê herî qels ê vê senaryoyê ew e ku pir zehmet e ku bi yek alî tenê bi vîna pergalê were rêvebirin. Ji aliyekî ve netew-dewletên statûkoparêz ên berê û ji aliyekî ve jî li bara daxwazên ku zêde dibin a muxalefeta civakî  wê zor lê bibe da ku tawîzan bide.  Pergal dema ku nikaribe bi vîna yek alî movikî bibe wê bike ku ji ji avaniyên têkel re vekirî be.

Senaryoya sêyan wê li ser hîma bersivdana li vê hewcehiyê geş bibe. Bi şertê ku hêza sereke û hegemon ew be wê lihevkirin li du aliyan were ferzkirin. Tişta ku me jê re serîlêtewandin digot di şertê niha de wê veguhere ser lihevkirinê. Her wiha dîsa wê destûrê nedin netew-dewletên ku bi serê xwe tevdigerin û îsrafê dikin û aboriyên bêber, wê fersendê nedin rizgariya netewî ya domdirêj û berfireh a gelan an jî raperînin. An wê lihevkirineke zû û an jî vebijêrka çewisandinê ferz bikin. Derbirîna berbiçav a vê senaryoyê jî ji aliyekî ve welatên Ewropaya Rojhilat û dibe ku bişibe statûya ku welatên Ewropaya Rojava berê û niha dijîn.

Wê nebe mîna Meksîka û Qenadya nû, lê weke Tirkiyê, Misir û Pakîstanê jî we nemîne. Bêhtir wê ber bi demokrasiya burjuvayê ya hatî pêşxistin heq jê derkevin. Dibe ku mirov jê bipe ku hêzên gel karîger bibin û hêzên netew-dewletê yên statûkoparêz her ku diçe bêkarîger bibin.  Di navbeyna demokrasiya bi zemîna gel û bi hîma dewleta burjuvayê dibe ku tecrûbeyeke balkêş were jiyîn. Dema derketina ji nav kaosê rewşa hevsengê ya van hêzan, hewce dike ku vebijêrkên wiha piştguh nekin. Xala sereke ku divê guhdarê wê be li bara ji nû avakirina pergaglê de nakevin nav lihevkirine bêrêgez a bi qasî berxwenidayeke kor. Weke ku di gelek tecrûbeyan de hatî jiyîn, dema ku tê gotin bi giştî bi ser bikevin mirov bi giştî têk neçe.

Dibe ku çarîk sedsela li pêş me bi vebijêrkên ku bi tevlêhevbûna van senaryoyan wê hê zêdetir bibin hewl were dayin ku ji kaosa Rojhilata Navîn derkevin û çareserî were pêşxistin. Lê ya girîngtir jî ew senaryoya hêzên bi zemîna sosyal a gel û kedkaran e ku bi Civînên Porto-Allegre xwe diyar kirî, wê çawa ûtopyaya xwe geş bike. Dîrok ti caran bi vîna yek alî ya hêzên tehakkûmî diyar nebûye. Diyarbûna mayinde helwesta demokratîk a komunal a civakan diyar kiriye.