Pirsa Yuksekdag li Wezîra Karên Derve ya Swêdê hate kirin

Rewşa Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDP'ê yên girtî, kete rojeva parlamenta Swêdê.

Parlamentera Partiya Çep û Berdevka Polîtîka-Aborî ya partiyê Ûlla Andersson, bi wesîleya nêzbûna rûniştina doza li dijî Fîgen Yuksekdag, duh pêşnûme pirsek pêşkêş kir û rewşa HDP'yiyên girtî xiste rojevê.

Ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwest, ji bo berdana Yuksekdag û HDP'yiyên din ên girtî, li nava Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava hewldanan.

Andersson diyar kir, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, li 'Tirkiyeya Erdogan' mafên azadî û demokrasiyê hê bêhtir hatine binpêkirin û piştî referandûma 15'ê Nîsanê jî Recep Tayyîp Erdogan hemû erk xistine destê xwe. Andersson bibîr xist, piştî hewldana darbeyê 6 hezar HDP'yî hatin binçavkirin û 2 hezar ji van hatine girtin.

Andersson anî ziman, ji bo piştgiriyê bidin parlamenterên HDP'ê weke Partiya Çep wan dest bi kampanya 'Wekîlên xwişk-bira' kirine û Yuksekdag jî wekîla xwişk a wan e. Andersson got, "Di 4'ê Tîrmehê de wê rûniştinên doza Fîgen Yuksekdag dest pê bikin. Têkildarî rewşa li Tirkiyeyê helwesta cîhana derve gelekî girîng e. Ji bo Erdogan hê bêhtir nûnerên gel ên hatine hilbijartin mehkûm neke û demokrasiyê hê bêhtir binpê neke, divê Swêd û cîhana derve ya ji destan tê bikin."

Andersson ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê pirsî, ku ji bo berdana Fîgen Yuksekdag û pêşîgirtina li girtina mûxalîfan, wê çi bike.