Pirsa Ocalan ji parlamentê hate kirin
Parlamenterên Partiya Çep ên Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer, qedexekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn rojevê.
Parlamenterên Partiya Çep ên Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer, qedexekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn rojevê.
Wezareta Karên Hundir a Federal, 2'yê Adarê bi giştînameyeke ku ji hemû wezaretên eyalatê re şandî posterê Ocalan û alayên PYD, YPG/YPJ'ê qedexe kiribû.
Ev qedexe weke berfirehkirina qedexeya li ser PKK'ê hatibû şîrovekirin. Polîsê Hambûrgê jî di çalakiyeke 18'ê Cotmehê de alayên ku wêneyê Ocalan li ser bûn bi hinceta ku biryara Dadgeha Dadmendiya Federal heye qedexe kir. Di biryarê de hate gotin wêneyên Ocalan qedexe ne.
PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ NE
Parlamenterên Partiya Çep ev qedexe bi pêşnûme pirsekê xistin rojeva Parlamenta Eyaleta Hambûrgê. Ozdemîr û Dolzer ji bo bersivandinê ev pirs kirin:
*Polîsê Hambûrgê 18'ê Cotmehê bi kîjan biryara Dadgeha Dadmendiyê ya Federal posterê Ocalan qedexe kir?
*Wêneyên Ocalan hemû hatine qedexekirin an wêneyê wî yê bi qutikê sivîş ê şîn ê li ser rengê zer ê li paş?
*Karê Navxweyî yê Eyaletê, ji ber giştînameya ku 2'yê Adarê şandî, ji bo qedexeyê fermaneke taybet daye? An na li gorî wê giştînameyê ferman dae?
*Ji 2'yê Adarê û vir ve polîsê Hambûrgê di çend mîtîngan de, ji bo kîjan sembolan qedexe anîye?
Bi rengekî berbiçav;
Ji 2'yê adarê ve, di nav çarçoweya ‘qedexeya sembolan' de, li Hambûrgê çend lêpirsîn hatine vekirin ku di wan de; Wêneyê Ocalan, sembolên PKK'ê û yên nêzî wê , sembolên PYD, YPG, YPJ'ê û hwd. hene?