Pirsa 'Bunyamîn Îrcî' li hikûmeta AKP'ê hat kirin
HDP'ê, qetilkirina Bunyamîn Îrcî yê 14 salî li Cizîrê, ji AKP'ê pirsî.
HDP'ê, qetilkirina Bunyamîn Îrcî yê 14 salî li Cizîrê, ji AKP'ê pirsî.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, der barê qetilkirina Bunyamîn Îrcî yê 14 salî, ku li Cizîrê ji aliyê hezên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir.
Bîrlîk bibîr xist ku bedenê Îrcî roja 10'ê Îlona 2015'an bi awayekî; gule li dilê wî ketiye û guhê wî yê çepê hatiye jêkirin li ser sergo hatiye dîtin û ji Wezîr Îpek xwest, bersiva van pirsan bide:
"Bunyamîn Îrcî yê 14 salî ji aliyê kê ve hatiye kuştin?
Der barê qetilkirina Bunyamîn Îrcî bi îşkenceyê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin di kîjan rewşê de ye?
Qetilkirina Bunyamîn Îrcî bi awayekî hovane, nîşan dide ku li Cizîrê mafên jiyanê yên zarokan ên di Danezana Mafên Zarokan a Gerdûnî de hatine destnîşankirin, hatine binpêkirin. Ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan, Wezareta we wê çi bike? Berpirsyariya îdarî û siyasî ya van binpêkirinên li Cizîrê li ser milê kê ye?
Serokkomar Erdogan bi Pakêta Ewlekariya Hundir re gotibû ku polîs wê ji niha û pê ve dil rehet be û bêhtir ji xwe bawer bike. Rehetiya ku behsa wê hatiye kirin, kuştina zarokan li Cizîrê ye?
Serokkomar Erdogan ji bo înfazên bêdaraz ên hêzên ewlekariyê de gelek caran gotina 'Polîsê me destana lehengiyê nivîsandiye'. Gelo înfazên bêdaraz ên li Cizîrê jî parçeyek ji wê destana lehengiyê ye?"