Pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Stenbolê dest pê dike
Pîrozbahiya bi heybet a 1'ê Gulanê ya li Maltepe ya Stenbolê dest pê dike.
Pîrozbahiya bi heybet a 1'ê Gulanê ya li Maltepe ya Stenbolê dest pê dike.
Beşdar wê ji sê baskan ve bikevin qada mîtîngê. Çav li rê ye ku bi sed hezaran kes tevlî mîtîngê bibin. Li platforma mezin pankarta bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê ye" ya bi heft zimanan hatiye nivîsandin hate daliqandin. Li du cihên mîtîngê ekranên mezin hatine bicihkirin.
Ji sê baskan ve wê mirov bikevin qadê. Bi hezaran polîs li qada mîtîngê hatine bicihkirin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û pêkhateyên wê, wê ji Bûlwara Tûrgût Ozal Sahîl û kolana Feyzûllah bimeşe. Girseya gel li nava kortejê li hev dicive.
BI STRANÊN KURDÎ Û TIRKÎ GOVEND TÊ GERANDIN
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek rêxistin û partiyên siyasî li cihê navbera Bûlwara Tûrgût Ozal Sahîl û kolana Buyukyaliyê li hev civiyan. Di korteja ku HDP û pêkhateyên wê lê ne pankartên bi nivîsa "Israra di sosyalîzmê de, israra mirovbûnê ye", "Em ê rê nedin şer", "Me hilbijartina xwe kir; ya azadî ya azadî" hatin hildan. Kedkarên ku li kortejê li hev civiyane li ber stranên Kurdî û Tirkî govendê digerînin û li benda destpêkirina meşê ne.
Mîtîng wê saet 13:00 dest pê bike.