'Pîrî Reîs a mîlî' ya Erdogan jî malê Elman e

Erdogan bi "Pîrî Reîs" gelekî pesnê xwe dida û îdîa dikir ku "yekemîn keştiya binê avê ya milî" ye. Lê eşkere bû ku ew keştî jî ji aliyê şîrketa Elman TKMS ve hatiye ava kirin û malzemeyên wê ji Elmanyayê birine li Tirkiyeyê bi hev ve xistine.

Bi beşdariya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya çend rojan bi merasîmekê keştiya binê avê 'Pîrî Reîs' li Tersaneya Golcukê xistibûn nava avê. Di serî de Erdogan rayedarên Tirk hemûyan Pîrî Reîs bi gotina 'keştiya me ya destpêkê ya binê avê ya mîlî' dan nasandin. Medya AKP'ê jî demeke dirêj manşetên "Rûmeta me ya nû", "Hêza me ya mîlî" û "ASELSANÊ ew afirandiye" bi kar anî bûn.

Hate plankirin ku heta sala 2027'an 5 keştiyên din ên binê deryayê bên avakirin. Ji niha ve nav li wan kirine: Hizir Reîs, Mûrat Reîs, Aydin Reîs, Seydî Alî Reîs û Selman Reîs. Lê belê balkêşe ku bi hesasiyeteke mezin qalê nehate kirin ku ev keştiyên binê avê bi projeya hevpar a ThyssenKrupp Marine Systems (TKMS) ve hatine hilberandin ku navenda wê şîrketê li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ye.

Lê belê medya Tirk bi salan der barê vê projeyê de digot, TKMS "hilberînerê bingehîne" û "Aselan, Havelsan, Milsoft, STM A.Ş., Koç Bîlgî ve Savûnma" "hilberînerên jêrîn in". TKMS ku saziyeke ser bi saziya hilberîneriya pola ya Elman ThyssenKruppe, weke hilberînerê herî mezin ê keştiyên binê avê yên Ewropayê tê naskirin.

KEŞTIYA BINÊ AVÊ YA MALÊ ELMAN

Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya dewleta Tirk û TKMS'ê di sala 2011'an de mohra xwe avêtibûn binê karekî hevpar ê "Projeya Keştiya Binê Avê ya Nû". "Keştiya Binê Avê 214" ku beriya niha ji bo Yewnanistan, Koreya Başûr û Portekîzê hatibû hilberandin, wê vê carê ji bo Tirkiyeyê bihata hilberandin. Di çarçoveya projeyê de wê malzeme ji Elmanyayê bihata kirîn û li Tersxaneya Golcukê li hev bihata xistin.

Ji bo projeya ku buhayê wê 4 milyar Dolar bû, malzemeyên wê ji Elmanyayê birin Tiriyeyê. Li gorî lêkolîna ANF'ê keştiyên binê avê wê ji serî heta binî bi teknolojiya Elman bê amadekirin. Torpîdo ji aliyê şîrketa Atlas Elektronîk a li bajarê Wedel ê Elmanyayê hatin amadekirin, motora "16V 595 TE90" a keştiya binê avê jî ji aliyê şîrketa MTU ya li bajarê Frîedrîchshafenê ve hate amadekirin.

Beriya niha gelek keştiyên binê avê yên bi heman tîpî li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin hilberandin û ji Tirkiyeyê re hatin firotin. Lê belê şîrketa TKMS'ê vê carê di sala 2015'an de ji ber avantajên ku rejîma Erdogan pêşkêş kir biryar wergirt ku keştiyên binê avê li Tersxaneya Golcuk a Tirkiyeyê hilberîne û navê wan jî biguherîne.

HIKUMETA MERKEL SOZA XWE PÊK NEANÎ

Piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel ragihandibû ku wê bazirganiya çekan a bi Enqereyê re bê rawestandin. Gelo wê peymanên berê di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de yên li ser bazirganiya çekan ku keştiyên binê avê jî di nav de ne bihata betalkirin? Wezîrê Karên Derve Heîko Maas ku meha Mijdarê li Meclîsa Federal bû hedefa zexta parlamenteran anî ziman ku ji bo rawestandina peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re yên hatine pejirandin wê bikeve nava hewldanan.

Maas li xwe mikur hatibû ku derfetên hiqûqî hene ku peymanên çekan ên hatine pejirandin bên betalkirin. Di destpêk wan "derfetên hiqûqî" de ku qalê dikirin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî, bombekirina deverên sivîlan û paqijiya etnîkî hebûn ku Tirkiyeyê bi dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hemû kirin. Di serî de Serokwezîr Merkel û hikumeta wê, tevî ku rayedarên Elman hemûyan sûcên dewleta Tirk anîn ziman ji bo rawestandina projeya keştiya binê avê tiştek nexistin rojevê.

Ji ber ku dewleta Tirk ji bo projeya ku di sala 2011'an de hate îmzekirin ji bo keştiyên binê avê 2.5 milyar Euro garantiya kirî pêşkêş kiribû. Yanî beriya ku li Golcukê dest bi hilberînê bikin garantiya kirînê pêşkêş kiribû. Parlamenterên Partiya Çep û Partiya Keskan li ber vê peymanê rabûn û bang kirin ku divê çekên bi vî rengî giran ji bo Tirkiyeyê neyên hilberandin.