Pîr: Em ê namzetê xwe diyar bikin

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr diyar kir, ligel ku astengkirin û zext heye jî ew ji hilbijartina Serokkomar û parlementeriyê amade ne. Pîr diyar kir ku di tûra yekemîn de ew ê namzetên xwe diyar bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di nava hefteyê de daxuyaniyek da û diyar kir hilbijartinên parlementerî û serokkomariyê sal û nîvekê anîne pêş. Hilbijartina ku dihat payîn di Mijdara 2019’an’ de were kirin, ew ê di 24’ê Hezîranê de were kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr têkildarî biryara hilbijartinê û helwesta HDP’ê ji ANF’ê re axivî.

KOALÎSYONA FAŞÎST LI BER TÊKÇÛNÊ YE

Pîr diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê bi qasî ku hêvî dikir dengê xwe zêdetir nekiriye û di nava wan de jî nakokî heye. Pîr got ku, “Parlementerên AKP’ê dibêjin bi tifaqa wan a bi MHP’ê re, dengê wan zêde nebûye û ji ber vê jî tu wateya vê tifaqê nemaye. Ji bo ku pêşiya vê têkçûnê bigirin, Bahçelî xwest hilbijartineke pêşwext were kirin. Dengê vê tifaqa faşîst her ku diçû kêm dibû, heta sal û nîvekê nikaribûn wisa bidomînin. Heta wê çaxê dibe ku dengê wan daketa ji sedî 40’î jî. Di heman demê de krîzeke ekonomîk jî heye.Dema mirov li van daneyên ekonomîk dinihêre, tê dîtin ku heta dawiya salê ew ê nikaribin Tirkiyeyê bi rê ve bibin.”

‘HDP JI HILBIJARTINÊ RE AMADE YE’

Pîr diyar kir ku di şertên dijwar de dibe ku xebatên HDP’ê werin astengkirin lê ligel van tiştan ew ji hilbijartinê re amade ne. Pîr got ku, “Li pêş me ji bo hilbijartinê du meh heye. Em dizanin ku ew ê xebatên me yên hilbijartinê asteng bikin. Lê dîsa jî em didin diyarkirin ku em her dem ji hilbijartinê re amade ne. Em parlementerên Kurdistanê, em her dem di nav gelê xwe de ne. Em ê xebatên xwe geştir û zêdetir bikin û em ê dengê xwe yê di 7’ê Hezîranê de zêdetir bikin. Ez hêvîdar im ew ê tu Kurdên bi şeref dengê xwe nedin tifaqa faşîst a MHP-AKP’ê.”

‘LI EFRÎNÊ TÊK ÇÛN’

Pîr axaftina xwe wisa domand: “Li Efrînê têk çûn. Bajarokeke biçûk dagir kirin û li wê derê dizî kirin. Piştî ku li Efrînê têk çûn, berê xwe dan hilbijartina pêşwext. Çûna AKP’ê bi qasî aloziya di warê ekonomiyê de, têkildarî têkoşîna Kurdan e. Qedera wan di destê me de ye. Wekî ku parlementerê me Selahattîn Demîrtaş jî got, ‘Canê wan bi qasî mohrekê ye’ Em ê bi wê mohrê, di warê siyasî de canê wan bistînin.”

NÎQAŞÊN TIFAQÊ

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr têkildarî nîqaşên tifaqa hilbijartinê jî got ku, “HDP di hilbijartina parlementeriyê de pêwistiya wê bi tifaqê tune. Jixwe em partiyeke tifaqê ne û em ji saziyên sivîl ên civakî û ji hêzên demokrasiyê pêk tên. Ji bo hilbijartina Serokkomariyê jî di tûra yekemîn de em ê namzetê xwe diyar bikin. Di hefteya pêş me de, em ê namzetê xwe eşkere bikin.”