PHKÊ banga berdana siyasetmedar Dûtar kir
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî bang li dewletên Danîmarka û Elmanyayê kir, ku dest zext û zordariya li siyasetmedarên Kurd dikin, berdin.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî bang li dewletên Danîmarka û Elmanyayê kir, ku dest zext û zordariya li siyasetmedarên Kurd dikin, berdin.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), têkildarî girtina siyasetmedarê Kurd Hasan Dûtar, ku li ser daxwaza Elmanyayê li Danîmarkayê hat girtin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hovîtiya di vê demê de li gelê Kurd tê kirin û hat ragihandin li gelemperiya Kurdistanê, tevgera azadiyê ji bo statuya Kurdistanê têkoşîneke bêeman dimeşîne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di demeke bi vî rengî de hikûmeta Danîmarkayê li ser daxwaza hikûmeta Elman bi rengekî bêedaletî siyasetmedar Hasan Dûtar binçav kiriye. Ev yek nîşan dide, ku ev dewlet bê çawa xizmetê ji kê re dike."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em wek civaka Êzidî, bi taybetî hunermendên Kurdên Êzidî gelek xemgînin, ku di demeke ewçend hesas de siyasetmedar Hasan Dûtar hatiye binçavkirin."
Di daxuyaniyê de banga serbestberdana siyasetmedar Dûtar hat kirin û hat gotin, "Em wek PHKÊ ji Elmanya, Danîmarka û hemû dewletên Ewropayê dixwazin, destên xwe ji paxila gelê me bikişînin."