Phîllîps: DYA di pêvajoya çareseriyê de dikare bibe aktor

Phîllîps: DYA di pêvajoya çareseriyê de dikare bibe aktor

Ji enstîtuya Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Zanîngeha Columbîa ya DYA’yê midûrê bernameya maf û înşakirina aştiyê Pispor. David L. Phîllîps axivî û diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de DYA ji navbeynkariyê wêdetir divê di muzakereyan de rola xwe bilîze.

Phîllîps ji ANF’ê re axivî û  rola aliyê sêyemîn ya pêvajoya çareseriya demokratîk û têkiliya Tirkiyê ya komên El Qaîdeyê re nirxand.

Phîllîps li ser pirsa ;DYA di çareseriya pirsigarêka kurd de dikare bibe aliyê sêyemîn? De wiha got: “Amerîka dikare bibe navbeynkar, lê ji vê wêdetir dikare di muzakerayan de bibe aktor.

DIVÊ ÇAVDÊRÊN NAVNETEWÎ TEVLI BIBIN

Phîllîps wiha berdewam kir: “Ez bawer nakim Enqere navbeynkariya aliyekê qebûl bike. ji ber vê pêşniyara min eve ku ji Amerîkayê jî çavdêr tevli pêvajoyê bibin.aliyê sêyemîn dikare rolên cuda yên wekê çavdêr, alîkar û navbeynkar bilîze. Divê hevdîtin bigihêjin lihevkirinekê.”

Phîllîps piştgiriya ku Tirkiye dide El Qaîdeyê jî nirxand û got: “Li gorî vegotinên şahidan tê dîtin ku Tirkiye tedarîkên hewcedariyên çeteyên El Qaîdeyê hêsan dike.   Ji bo berjwendiyên Suriye, Tirkiyeyê civaka kurd divê neyê globalkirin û Tirkiye hewl dide ku Rojava bixîne.divê Tirkiye dest ji van polîtîkayan berde.”