PGDM komkujiya Zergelê şermezar kir

PGDM got, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên xwedî mejiyê faşîst û hegemon in, bi mîrateya xwe ya qirkirin û çanda komkujiyê re, li dijî gelê Kurd, sosyalîst, demokrat û Elewiyan serî li her rê û rêbazan dide.

PGDM der barê komkujiya gundê Zergelê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin daxuyaniyek da û got, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên xwedî mejiyê faşîst û hegemon in, bi mîrateya xwe ya qirkirin û çanda komkujiyê re, li dijî gelê Kurd, sosyalîst, demokrat û Elewiyan serî li her rê û rêbazan dide.

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li ser navê gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî, komkujiya namerdî ya dewleta Tirk li gundê Zergelê yê Qendîlê li dijî gelê sivîl ê Kurd kir, şermezar û lanet kir û mirovên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî, ji birîndaran re şîfa xêrê xwest.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên xwedî mejiyê faşîst û hegemon in, bi mîrateya xwe ya qirkirin û çanda komkujiyê re, li dijî gelê Kurd, sosyalîst, demokrat û Elewiyan serî li her rê û rêbazan dide. Ev zîhniyet li gorî berjewendiyên xwe rondikên çavan dibarîne, hin nermbûnan dike, hin derfetan nas dike, lê ji cewherê xwe yanî ji mejiyê xwe yê qirin û nîjadperestî û faşîz tawîzê nade. Hînê duh li navenda Pirsûsê li ciwanên giranbuha yên SGDF'yî qetil kirin." 

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku stratejiya Îslamî, hegemon û li her deverê belavbûnê ya Erdogan ê faşîst, li hemberî stratejiya aştî demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê, têk çûye.

PGDM bang li welatên Ewropayê û raya giştî kir, ku li hemberî pêkanînên faşîst ên Erdogan û hikûmeta AKP'ê bêdeng nemînin û li gorî demokrasiya ku diparêzin, bikevin nava tevgerê.

PGDM got, "Em komkujiyê şermezar dikin û Erdogan û hikûmeta AKP'ê lanet dikin!" û bang li dewleta Iraqê rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên siyasî yên li herêmê, hêzên navneteweyî û raya giştî ya demokratîk kir, ku ji bo li şûna şer pêvajoya aştiyê ji nû ve bidin destpêkirin zextê li şefê dewleta Tirk Erdogan û hikûmeta AKP'ê bikin.