Peyama Newrozê ya girtiyên PKK û PAJK’ê: Em ê bi ser bikevin

Girtiyên PKK û PAJK’ê Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku ‘Ew ê fînal mûhteşem be’. Girtiyan bang li hemû gel, demokrat, ronakbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan kirin ku bila deng bidin gelê Efrînê.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Deniz Kaya peyam şand. Peyam wisa ye:

“Mehên biharê ya ku hemû bedewiyan di xwe de dihewîne, bi rengê xwe jî axê diparêze. Kulîkvedana tovekê mizgîniya biharê dide û serdem û dema xwe diqîre. Mehên biharê dibe navê jiyanê. Newroz a ku mizgîna van tiştan dide, bi berxwedan û tilîliyan navê vî tiştî diqîre. Newroz jiyan bi xwe ye. Newroz li hemberî kesên ku tehamula wan ji biharê re tune, dibe berxwedan, vejîn û serîhildan. Em girtiyên PKK û PJAK’ê yên di zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê de 21’ê Adarê li Rêbertî, li gelê xwe, li şehîdên xwe û li gerîlayên li ser serê çiyayan pîroz dikin.

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Gelê ku bi pêşengiya Kawa serî hildaye, li hemberî zilmê bûne Newroz. Newroz îro tê wateya berxwedana gelan a li hemberî zilmê. Zilmkaran berê koletî li ser gelan ferz dikirin îro jî heman tiştî dikin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li dijî Kurdan zilmeke dijwar dike. Bi fermandariya Erdoğan artêşa wî her derê hildiweşîne, dirûxîne û talan dike. Divê Erdoğan ê ku bi hezaran kes girtiye, sirgûn kiriye û îradeya gelan desteser kiriye bizanibe ku, çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin!

Îsal PKK salvegera xwe ya 40’emîn pîroz dike û her kes dizane ku bi wate û girîngiya Newrozê em hatine heta îro. Rêbertiya me jî digot, “PKK partiya Newrozê ye”. Bi Kawayê hemdem Mazlûm Doğan, Ronahî, Rewşan, Bêrîvan û bi sedan şehîdên me yên Newrozê, em bi girêdana xwe ya bi şehîdên xwe re, em asta têkoşînê geştir dikin.

‘EW Ê SERFIRAZÎ YA ME BE’

Em ê li hemberî polîtîkayên faşîzmê bi hesta gelê Newrozê li ber xwe bidin. Dagirkeriya AKP-MHP’ê ya li ser Efrînê îxaneta li jiyanê ye. Gelê Efrînê 58 roj in li hemberî artêşa dagirker li ber xwe dide. Ew ê berxwedana gelan bigihêje serfiraziyê. Em bang li hemû gel, demokrat, ronakbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan kirin ku bila deng bidin gelê Efrînê û em careke din diyar dikin ku Berxwedan Jiyan e û Newroza hemû gelan pîroz dikin!”