Peyama me ya Newrozê wê avakirina aştiyê be

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, ji bo Newroza ku wê 23'yê Adarê li Yenîkapiyê ya Stenbolê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got, “Peyama me ya Newrozê wê avakirina aştî û civaka demokratîk be."

NEWROZ

Newroza Stenbolê wê di 23’yê Adarê de bê pîrozkirin. Navnîşana Newroza wê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin jî Qada Yenîkapiyê ye.

Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê beriya Newrozê daxuyaniyek da û operasyona li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kir û hemû gel vexwend Newroza aştî û demokrasiyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji Wanê heta Stenbolê pêwîstiya herî lezgîn a van axan aştiye. Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, banga tevlîbûnê li tevahiya gel kir û operasyona li dijî şaredariya Stenbol û Îmamoglu nirxand.

Arîfe Çinar, diyar kir ku Newroz cejna vejîn û hebûnê ye û wiha got, “Gelê Kurd li dora agirê Newrozê li dijî înkar û asîmîlasyonê bûye yek. Her agirê Newrozê li dijî zilma Dehaqên zalim veguheriye berxwedanê û bi Kawayên hemdem belav bûye û bûye civakî. Em bi dirûşmeya ‘Ji bo azadî civakek demokratîk’ banga tevlîbûnê dikin. Peyama me ya Newrozê wê avakirina aştî û civaka demokratîk be. Ji bo gel, bawerî û jin di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn, divê em têkoşîna demokrasiyê li hemû beşên civakê berfireh bikin."

‘EM LI HEMBERÎ VAN PÊKANÎNÊN DIJDEMOKRATÎK IN’

Arîfe Çinar, operasyona li dijî ÎBB û Ekrem Îmamoglû weke darbeyek li vîna gel nirxand û got, "Daraz xweseriya xwe winda kiriye, sindoq û hilbijêr tên paşguhkirin." Çinar anî ziman ku xurtkirina rêveberiyên herêmî ji bo demokrasiyê pêwîstiyek e û banga tevlîbûna Newroza aştiyê ya 23'Yê Adarê ya li Yenîkapiyê kir.