Peyama KNK'ê ya ji bo sala 2020'an

Konseya Rêveber ya KNK’ê sala nû li gelên Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku wê gelên Kurdistanê sala 2020’ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir.

Konseya Rêveber ya KNK’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

Di peyama KNK’ê de wiha hat gotin;

“Saleke din, sala 2019ê digel hemû xweşî û nexweşiyên xwe ve tê oxir kirin.

Li milê din jiyan bi hemû rûyên xwe ve, bi başî û xirabiyên xwe ve ber bi pêş diherike. Eve serê sedan salan e ku Gelê Kurd ji bo hebûnê, azadiyê, wekheviyê û jiyaneke bi rûmet têkeoşînek mezin didi. Her demê ji bo gihiştina armanca rizgarî û azadiyê tête serf kirin bihadar e. Kurd û Kurdistaniyan ji kûrahiya dîrokê were ji bo amanca mezin, ji bo rizgarî, azadî, wekhevî û jiyaneke şa û bextewar têkoşîn dayîne û ev pêvajo berdewam e. Gelê Kurdistanê hêj bi temamî negihiştiye van xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Lê belê, her sal ji sala berê gaveke dî nêzîkî vê armanca pîroz dibin. Her sal hêviya Kurdistaniyan zêdetir, geş û gurtir dibe. Çerxa demî di lehê xweziyên Kurdistaniyan da dizivire. Di pêşveçûna her xeleka demî da gelên Kurdistanê di dereceya kêm da jî be qazanc dikin.

Dijmin û dagîrker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurdan da encam bidin. Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagîrkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweyê me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya êrîşkar aktîve dike. Di sala 2019an de dagirkerên Kurdistanê îtîfaqa navxwe ya dijê Kurdan, berdewamkırın û ji bo têkbirina deskevtiyên Kuradan planên reş çêkirin û êrîşî Kurdistanê kirin.

Lî Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, sêrîde hêzên Gerîlla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremaniyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Di nava sala derbazbûyî de, Şoreşgerên Kurdistanê, zîndanên dijminan kirin qada berxwedanê. Li hember zilma dijmin û ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, li zîndanên Tirkiyê û Kurdistanê, li welat û derveyî welat, çalakiyên greva birçîbûnê pêkhatin û bi serkevtî encamdan. Di heman demê de di hilbijartinên herêmî de, li Kurdistanê gelê me xwedî li îrada xwe derket û li metropolên Tirkiyê jî bi îttîfaqa faşîst dan winda kirin. Lê piştî hilbijartinan bi awayeke neheq û bê huqoq dijmin dîsa dest danî ser şaredariyên Kurdistanê. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewame. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada siyasî de û çi li qada Gerîlla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

Li başûrê Kurdistanê, piştî dagirkirina Kerkûk û deverên din yên dabirayî, alozî bi temamî nehatiye çareserkirin. Mixabin em nikarin bêjin ku rêveberî û hêzên Kurdistanî, ji dagirkirina Kerkûk û herêmên din, ders wergitin û yekîtiya navxweyî xurtkirin. Hêviya me ewe ku di sala 2020an de, gavên yekîtiyê baştir bêne avêhtin û ev pirsgirêk bêne çaresekirin. Niha jî Êraq di nava aloziyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Êraqê ne diyare. Ev rewş metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. ji alê din ve dagîrkeriya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî yekrêziyê heye û divê rewş bi baldariyek xurt bê şopandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê me xweparast û têkoşîna xwe berdewamkir. Dewleta Iranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin. Îran di nav xwe de pirsgirêkên mezin jiyan dike. Ev pirsgirêk li hundir û li derve, hingî diçin mezintir dibin. Di meha Çiriya Paşî (meha 11an) de sêrîde li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepêşandanên mezin pêkhatin. Alozî heta niha jî berdewam e. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştiyê.

Di meha Adarê de hema piştî Newrozê, noqteyên dawî yên hêza reş DAIŞê, ketin destê şervanên Kurdistanê û efsaneya DAIŞê hate ruxandin. Ev serkevtinekî dîrokî û bê hempa bî. Sêrîde dewleta Tirk û dijminên gelê me, ji vê rewşê gelek ne rehet bûn. Ji ber vê jî, êrîşên mezin yên dijminan di vê sala derbazbûyî de, zêdetir li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûn. Di 9ê Çiriya Pêşîn (Oktober) de, dewleta Tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir. Li hember vê êrîşê di hemî warî de berxwedanek gelek mezin hate dayîn. Amanc ew bû ku herêmê hemiyê dagîr bikin û deskevtên gelê me hemiyan têk bibin. Belê bajarê Serêkaniyê û Girêspî û hinek deverên din girtin. Lê negihiştin amanca xwe. Berxwedana hêzên çekdar û gelê me, herweha destek û dengvedana asta Cihanî, nehişt ew bigihên amanca xwe. Niha jî li herêmê şer û berxwedan berdewame.

Niha jî dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Rewşa Rojava, niha di nîqaşên navneteweyî de cihekî sereke digre. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşiyê (întîşar-alarm) de ne. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasiyî de ne. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Parastina deskevtên Rojava, di rojeva Kurdistanê de xala sereke ye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Di vê pêvajoya têkoşînê da ketûrabek bête jiyan jî, ji bo neteweyê me nîşaneya demî ber bi pêş e. Sala 2019ê jî di xaneya Kurdan da demekî berzekirî nîne. Êrişkariya dijmin û dagîrkeran zerar û ziyan gihandibe xelk û welatê me jî, berxwedaneke efsanewî hatiye nîşandan û serkevtin dîsa ya gelê me bûye.

Di dawiya sala 2019ê da muhasebeya navxweyî bête kirin, gelê Kurdistanê digel hemû êş û jan û birîndariyan û herwisa şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa serkevtî bûne. Gotina serkevtinê kilîl e û divêt em li ser vê gotinê hevbîr bin. Kurd di nav vê çembera agirî ya ku dijmin û dagîrkeran vêxistî da têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serkevtî ne. Çi dibe bila bibe divêt Kurd mutleq serbikevin. Di doza Kurdistanê de, ji serkevtinê pê ve, çu rêyên dî û alternatîv nînin. Di vê serkevtina neteweyê me da, dijminan rikeberiyên xwe dayîne aliyekê û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji aliyê Kurdistaniyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Eve jî dê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Di şerê Rojava de, gelê me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, di nav xwe de yekdengiyek xurt pêkanî. Em hêvî dikin ev yekdengiya gelê me bibe bingeha yektiyek siyasî. Kurd her bi çi rengî be divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê dê sala nû, sala 2020ê jî bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweyê me ronahiye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahiyê ve dem diherike. Destkevtên heyî, nîşandana îradeya serkevtinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be.

Hêvî dikin sala nû, sala 2020ê bibe demê vê xewn û xiyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2020ê bila ji bo mirovahiyê pêkve bibe demê aştî, tenahî, azadî, demokrasî û wekheviyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.”