Peyama Demîrtaş a cejnê: Dest bidin destê hev em ê bi ser bikevin

Demîrtaş ê Cejna Remezanê pîroz kir got: “Gelê me dest bi de destê hev, hesteta edalet, azadî û wekheviyê ya ku dikişîne, wê bi dest bixe.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne tê ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê peyeamek şand.

Demîrtaş di peyam xwe de ev tişt got:

“Piştî demekî dirêj ev cara yekeme ku ez Cejna Remezanê li gel we, rû bir û li cem we pêşxwazî nakim. Di wê hêviyê deme çiqas navber dûr û dirêj jî be, em di dil de li gel hev in û bi hev re dilê me lêdide, hesreta me yek e û, têkoşîna me hevpar e.

Bi hev re ji bo nirxên mirovahiyê ya mezin; ji bo biratî, wekhevî, aramî, ewlekarî, di nava aramî û aştiyê de, li ser bingehê rêzdayînê bi hev re weke mirovan bijîn, di nava hewldanan de ne. Erdnîgariya me ya mîna baxçeyê bawerî û gelan Cejna Remezanê bi biratî, piştgirî û êşên xwe parvekirine.

Mixabin, em vê salê jî Cejna Remezanê bi êş û janan pêşwazî dikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Îraq, Sûriye û li Rojhilata Navîn li herêmên Musilman lê ne di nava şer û êrîşan de dijîn. Di meha pîroz a Remezanê de jî hişmendiyekî cudaker û şer welatê me birêve dibe.

Tevî vê jî em hêvî û niyazên xwe yên baş ji bîr nakin, naçewisînin. Di vê meha Remezanê de, xuda duayên kesên ku li ser erdnîgariya me û hemû cîhanê ji bo aşatiyê kirine qebûl bike, têkoşîna ku didin meşandin bi aştiyê encam bibe.

Çi li Sûra Amedê, çi jî li Edirne bîn, heta roja me ya îro em bi hêvî bûn ku hemû cejin ji bo gelê me aştî û aramiyê bîne. Bi hêvî me, di vê cejnê de ji bo erdnîgariya me heman kelecanê , hêvî û têkoşînê jî derbasker be.

Bi hêviya ku gelê me dest bi de destê hev, hesteta edalet, azadî û wekheviyê ya ku dikişîne, Cejna Remezanê ya hemû alema Îslamê ji dil û can pîroz dikim.”