Banga KCK'ê ya ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan, di nava gelê Kurd de bi coş û kêfxweşiyê hate pêşwazîkirin.
Endamê Konseya Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî û ji Tevgera GORAN, ku yek ji tevgerên girîng ên Başûrê Kurdistanê ye Mam Faris ji ANF'ê re axivîn. Ehmedî û Faris bal kişandin ser pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî û bang li partiyên Kurd kirin, ku li hev bicivin.
EHMEDÎ: KURD DI SERDEMEKE ZÊRÎN DE NE; LAZIM E EM VÊ YEKÊ JI DEST NEREVÎNIN
Endamê Konseya KODAR'ê Hecî Ehmedî got, "Ne tenê Kurd, her kes dizane ku li Rojhilata Navîn dem dema Kurdan e. Yanî serdemeke zêrîn e ji bo Kurdan. Şertekî vê heye; ew jî yekîtî û hevgirtin e. Divê hemû rêxistin, kom û kesayet berjewendiyên xwe yên partiyê, malbat û eşîrî deynin aliyekî û li gorî berjewendiyên gel û Kurdistanê tevbigerin. Îro êdî Kurdîtiya parçeyekî yan jî herêmekê nîne. Kurdistan yek e, Kurd neteweyek e. Ji bo careke din yên mîna Lozanê dubare nebin, divê em êdî bibin yek."
FARIS: EGER EM NEBIN YEK, EM Ê TESFIYE BIBIN!
Ji Tevgera Goran Mam Faris got, "Yekîtiya Kurdan, liv û tevgereke bi hev re ya Kurdan, ji hemû serdemên dîrokê bêhtir, îro pêwîst e. Dijminên me yên li hemû parçeyan dixwazin me bifetisînin û tesfiye bikin. Eger em nebin yek, eger em bi hev re tevnegerin, em ê tesfiye bibin. Cîhana rojava îro vê yekê ji me dixwaze. Kurd li dijî DAIŞ'ê û yên mîna wê têdikoşin. Ev têkoşîn têkoşîna man û nemanê ye. Ev têkoşîn li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dewam dike. Kurdan ji aliyê leşkerî ve serketineke gelekî mezin bi dest xistin. Li ber xwe dan, bi ser ketin. Lê belê serketina leşkerî nekarîn veguherînin serketina siyasî. Ji ber vê yekê, divê hemû partiyên siyasî û rêxistin li hev bicivin û derhal yekîtiya xwe pêk bînin. Divê em bi şaşitî û rastiyên xwe li hev bicivin û kongreya neteweyî bicivînin. Bi vî rengî em dikarin azadî, demokrasî û siberoja welatê xwe misoger bikin."