‘Pêwîste kujerên Sara, Rojbîn û Ronahî derxînin holê’
‘Pêwîste kujerên Sara, Rojbîn û Ronahî derxînin holê’
‘Pêwîste kujerên Sara, Rojbîn û Ronahî derxînin holê’
Welatiyên ku di pêşengtiya DOKH’ê hatin gel hev, ji bo kujerên 3 jinên siyasetmedar yên Kurd yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bên dîtin, ber bi gora Sakîne Cansiz (Sara) ve meşiyan.
Gelek kesên ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) de hatin gel hev, ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin bêne dîtin meş pêkanîn. Bi sedan welatiyên ku li nêzî “Kona Çareserî û Rizgariya Demokratîk” ya li Qada Seyîd Riza hatî avakirin kombûn, ji vir ber bi gora Sakîne Cansiz (Sara) ya li Goristana Asrî ya Şaredariyê ve meşiyan. Koma ku bi pankarta wêneyên sê jinên Kurd li ser heyî ya “Em komkujiya Parîsê şermezar dikin” meşiyan, heya goristanê sloganên “Şehîd namirin”, “Ey heval riya we riya me ye”, “Sara, Ronahî, Rojbîn jin jiyan azaadî”, “Sakîne Cansiz bê mirine” û “Qatil bila bêne dîtin û hesab bê pirsîn” qîriyan. Girseya ku giha goristanê gora Cansizê bi mûm û qerenfîlan xemiland. Dema ku dayîka Cansizê li ser gorê lorand, welatiyan nekarî rondikên xwe zeft bikin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê li ser gorê, bavê Cansizê Îsmet Cansiz axaftinek kir û da diyarkirin ku, gelê Kurd zaroka wê tu deman bi tenê nehêlaye û sipasiya xwe pêşkêş kir. Bavê Cansizê destnîşan kir ku, Sakîne Cansiz ji aliyê kesên aştiyê naxwazin ve hate qetilkirin û nelet li kesên aştiyê naxwazin kir.
Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Cemîle Akgun piştre axivî û xwest kujerên komkujiya Parîsê bêne dîtin. Akgun got: “Em dê hertim li pey Sarayê biçin. Em dê bibin şopdarên doza wê. Sara hertim ji bo aştiyê bide fêmkirin xebat kir. Lê belê kesên aştiyê naxwazin Sara û hevalên wê qetilkirin. Em li vir careke din bang dikin. Dewleta Fransa neçare ku kujerên Sara, Rojbîn û Ronahiyê derxîne. Eger ev neyên derxistin em dê kujeran bişopînin. Demek ji demekê zûtir van kujeran bibînin.”
Piştî axaftinan jinên kal li ser gora Cansizê lorandin. Kom careke din vegeriya cihê kon lê heyî.