Pêwîste Başûr deriyê Rojava vekirî bihêle
Pêwîste Başûr deriyê Rojava vekirî bihêle
Pêwîste Başûr deriyê Rojava vekirî bihêle
Platforma Piştevaniya bi Kurdistana Sûriyeyê re ku di nav pêkhateyê de KCD û BDP’e jî heye bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û xwest deriyê sînor yê Rojava vekirî bihêle. Platformê destnîşan kir, dê berevajiyê wê bandorê li ser hesta piştevanî û yeketiya gelê Kurd bike.
Platforma Piştevaniya bi Kurdistana Sûriyeyê re ji ber girtina deriyê Rojava ji aliyê Hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bertek nîşanda. Platforma ku ji Kongreya Civaka Demokratîk, Partiya Aştî û Demokrasiyê, KADEP, OSP, DDKD, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firat û Înîsiyatîfa Azadî ve pêktê xwest ku deriyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê neyê girtin.
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYA CENEWREYÊ
Platformê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, siyaseta gelê Rojava û partiyên nûnertiya wan dikin nebûna wan ya aliyê şer di cihê xwe de ye û wiha hate gotin; “Ji ber ku hêzên navnetewî yên li Sûriyeyê aliyê pirsgirêkê ne li hev nakin, şerê navxweyî û tehrîbat berdewam dike. Daxwaza li Sûriyeyê û Rojava ku gel dixwaze bi xwe bixwe rêvebertiya xwe bike û bûye pirsgirêk pêwîste birêya diyalogê çareseriyek siyasî jêre bê dîtin. Hilbijêrka şer û tundiyê ne di sûdê Sûriye û Kurdistanê de ye.”
Di daxuyaniya ku hate weşandin de, platformê diyarkir ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya Cenewreyê. Platformê destnîşan kir ku, Destreya Bilind ku nûnertiya Kurdistana li Rojava dike teqez pêwîste tevlî sûrecê bê kirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “gelê Kurdistana Sûriyeyê û nûnerên wê yên siyasî gelek caran diyarkirin ku, heta ji bo Rojava çareseriyekî statuya siyasî têde nebe, ew çi biryarên din qebûl nakin. Gel û pêkhateyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê jî piştgiriyê didin van daxwazên gelê Rojava. Hêzên navnetewî, Tirkiye û welatên herêmê pêwîste van daxwazên xwezayî û rewa berçav bigirin û ji bo Sûriyeyê çareseriyekê bibînin. Biryarên ku bêy ku rizaya gelê Rojava bên girtin, gelê me girênadin.
Ji ber vê çendê di Cenewre û platformên bivî awayî de li gel muxalefeta Sûriyeyê “Desteya Bilind” ya ku gelê Rojava temsîl dike jî muhatab bêne girtin. Daxwazek ya gelê Rojava ku xwe bi xwe rêve bibe û nûnertiya xwe bike heye, ev vîn pêwîstiyekî hiqûqiye ku ji aliyê qada navnetewî ve bê naskirin.
Muxalefeta Sûriyeyê bi rewşa xwe ya niha ya parçebûyî, bêy ku rizaya gelê Kurdistana Sûriyeyê (Rojava) bigire, negengaze ku nûnertiya wê bike.
Pêwîste li Rojava hemû komên siyasî piştgiriya hev bikin û hevkariyê bikin, her wiha Desteya Bilind ya Kurd ku weke yekem muhatabê gelê me tê pejirandin bê bihêz kirin û daxwaz dikin ku, di qada navnetewî de weke muhatabê siyasî bê qebûl kirin, pirsgirêkên di nav de heyî bi diyalog û di çarçoveya hiqûqa biratiyê de çareser bikin.”
PÊWÎSTE BAŞÛR DERIYÊ SÎNOR VEKIRÎ BIHÊLE
Di daxuyaniyê de bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku, deriyê sînorê Rojava vekirî bihêle û ev tişt hatin gotin: “Em daxwaz dikin ku, Hikumeta Başûrê Kurdistanê û pêkhateyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê li hember pirsgirêkên Rojavayê zimanekî çêker bikar bînin û ji bo alîkarî ji Rojava re berdewam bikin, pêwîste derî vekirî be. Em dixwazin bidin diyarkirin ku, ji ber sedemên siyasî pêwîste gelê Rojava neyê ceza kirin, ev bandorê li ser hestê piştevanî û yeketiya gelê me dike.”
Em ji dewleta Tirkiye û hikumeta wê jî daxwaz dikin ku; Piştgiriyê nede komên rewatiya wan li rex gelê Sûriyeyê tuneyî, Muxalefeta Sûriyeyê ya rewa û Desteya Bilind ya Kurd ku nûnertiya Kurdistana Sûriyeyê dike muhatab bigire, hîn zêdetir alîkariya mirovî ji bo Kurdistana Sûriyeyê bike, hîn zêdetir alîkariyê bide penaberên ji deverên cûda yên Sûriyeyê hatine û li Rojava bicih bûne bike.
Em di wê fikrê de ne ku, “Pêvajoya Aştiye” ya li Tirkiyeyê dê bandorekî erênî li ser Kurdistana Sûriyeyê bike û pêwîste Kurdên Sûriyeyê neberdin însafa Muxalefeta Sûriyeyê ya perçe perçe, pêwîste Tirkiye di aliyê siyasî û dîplomasî de piştgiriyê bide mafên xwezayî, mirovî û siyasî.
Qedera Kurdistana Sûriyeyê, Kurdistana Federal û Kurdistana Tirkiyeyê ji hev cûda nayê fikirîn. Çawa ku têkiliya di navbera Kurdistana Federal û Tirkiyeyê de xweşe, pêwîste heman hişyariyê ji bo Kurdên di nava Tirkiye û Sûriyeyê de jî nîşan bide. Weke ku tê îdiakirin na, berevajiyê wê hişyariyek wisan dê sûdê bide welatên herêmê û Sûriyeyê. Îro weke tê dîtin devera herî bi îstikrar ya Sûriyeyê Rojava ye. Parastina vê îstikrarê, di çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê dê bandorek erênî bike.
Li Sûriyeyê belavbûna şer ya hundir û derve ne di berjewendiyê gelê Tirkiye û Kurdistanê de ye, berjewendî di bidawîbûna şer de ye. Em banga xwe ya aştiyê ji rayagiştî ya Sûriye, Kurdistan û Cîhanê dubare dikin.”