Pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Li Kobanê şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de, di roja 83. dewam kirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 83. de jî dewam kiriye û destnîşan kir, ku serweriya şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemû eniyên Kobanê roj bi roj xurttir dibe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şevê din li eniya rojhilat û başûr di navbera hêzên YPG/YPJ û komên çete de cih cih pevçunên biçûk rû dan, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîkirin.
LI CEZAA'YÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn, ku hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Qadisiyê Biçûk a li başûrê Cezaayê li dijî çeteyên xwe li herêmê bicih kiribûn rêze çaalkî lidar xistine û ev agahî da: "Roja derbasbûyî saet di 12'an û 15'an de li hember çeteyên ku xwe di vî gundê de cih kiribûn 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Hêzên me şevê din jî li heman gundî çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn."