Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin: 35 leşker mirin, 70 birîndar

Pevçûnên li Eşrefiyeyê didomin: 35 leşker mirin, 70 birîndar

Pevçûnên dijwar ên ku du li taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in dest pê kir, berdewam dike. Di pevçûnan de 35 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û 70 jî birîndar bûn.

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûnên duh di navbera YPG'ê û hêzên rejîmê Sûriyeyê de ku li derdora xaçeriya Yekem û ya Duyem dest pê kiribûn, li derdora Xaçeriya Duyem hê didomin.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin di pevçûnên ku ketine roja xwe ya 2'emîn de 35 kes ji leşkerên Sûriyeyê û alîgirên wan hatine kuştin û 70 birîndar bûne. Hate ragihandin ku di encama êrîşên artêşa rejîmê de hin sivîl jî jiyana xwe ji dest dane, lê hejmara wan nehat zanîn.

Topbarana taxê ji aliyê hêzên rejîmê dewam dike û herî dawî derdora 15.15’an de 2 guleyên topên hewan li nêzî nexweşxaneya Henan ketin.