Pêvajoya du agirbestên pêşî -4

Ocalan, di nîvê pêşî yê salên 1990'î de ku li Kurdistanê şer geş bûbû, du agirbestên girîng ragihand. Destê aştiyê yê ku dirêj kirî ne tenê li hewayê ma, her wiha dewleta Tirk komkujiyên nû jî danî.

Li dawiya rojên 1989'an bi hilweşandina Dîwarê Berlînê re li welatê Bloka Rojhilat vê wê bandora 'kevirê domîno' bikira. Bi hilweşandina blokê û Yekîtiya Sowyetan nexşeya siyasî ya Ewropayê biguheriya, li Bakurê Kurdistanê bayê azadiyê hebû ku bandora xwe li serhildanan, li başûr jî bandora xwe li raperînan dikir. Lê Pergala Cîhana Nû (PCN) gelên bi vîna azad û pêşengên an qebûl nedikir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşbîniya rûdanên li cîhan û herêmê dibir, hemû enerjiya xwe nîvê salên 90'î wê biherikanda ser çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê û pêkhatina yekîtiya nav Kurd.

HEVDÎTINA 4'Ê ÇILE YA 1991'Ê Û ÎXANETA 92'YAN

Ocalan bi gava pêşî 4'ê Çile ya 1991'an bi lîderê Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî re hev dîtin. Rêberê Gelê Kurd ku beriya wê jî bi lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî re rûniştî, rojeva pêşî ya ku danî, avabûna tifaqa navxweyî ya hêzên Kurd bû. Talabanî ku wê weke yek ji dostê nêz ê Ocalan biahta bibîranîn, di wê hevdîtinê de wiha digot: ''Ji bo ku heta dawiyê em li ber hev vekirî bin û hemû pirsgirêkên ku em dixwazin nîqaş bikin li vir in. Em Eniya Kurdistanê Iraqê bi têkoşîna PKK'ê şanaz in. Me ji dîrokê dersek standiye: Hêzên rizgariya netewî têkiliyên xwe çendî baş bin, bi diyalog û tifaqeke saxlem bin têkoşîna netewî ya Kurdan ew qasî bi tendiristî geş dibû. Hêzên Kurd çendî bi hev bikevin ew qas ziyan digihije ser têkoşê.''

Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê bi van gotinan nîşa ji dîrokê re hişt: ''Beriya niha bi 10 salan me dixwest ku bi partiyên Kurd ên Başûr re têkiliyê deynin, nêzîkî hev bibin. Gelek sedeman nehişt ku partiyên Başûr û Bakur li ser yekîtiyê bimeşin. Em gelek caran li ser vê sekinînin. Ji niha û pê de li ser yên ku em dikarin li hev bikin, divê em li ser wan rawestin.''

Rêberê Gelê Kurd di wê hevdîtinê de bal kişande ser zehmetiyên yekîtiya Kurd, hê bêhtir bi pûtepêdan nêzîk bûye, talokeya ku dihat, pê derxistibû. Ev pêşdîtina Ocalan ne bi pir dereng, piştî bi salekê wê pêk bihata. Di serî de dewleta Tirk, hêzên herêmî û global di ber çavşikandina ji avaniya federal a Başûrê Kurdistanê re, xwestibûn ku PDK û YNK li dijî PKK'ê şer bikin. ''Rojên tarî'' yên dîroka Kurdistanê li ber dêrî bû û di rûniştina pêşî ya Parlamenetoya Başûrê Kurdistanê de ku 4'ê Cotmeha 1992'an li Hewlêrê civiyayî du biryar stand. Têkiliya fedederasyonê ya bi rejîma navendî ya Bexdayê re wê çawa be û şerê dijî PKK'ê.

Hema di pey biryarê de Hêzên Başûrê Kurdistanê bi artêşa Tirk re li dijî gerîlayên PKK'ê şer dane destpêkirin. Armanca şer ew bû ku gerîlayên Kurdistanê ji qadên Heftanînê, Zap û Xakurkê derxistana. Lê îxanet û berxwedan ya di dîroka Kurd de hevlayen dimeşiyan wê li vir jî derbiketa pêşberî me. 24'ê Cotmeya 1992'an Gulna Karataş (Bêrîtan) ku heta bi guleya xwe dawî şer kirî, li şûna ku teslîmî hêzên PDK'ê bibûya wê xwe ji zinaran bavêta û şehîd bibûya. Ev çalakî xala fetlonekê ya pêvajoyê bû ku jê re ''Şerê Başûr ê 1992'an'' dihate gotin.

Piştî şerê 45 rojan PKK bi hêzên Başûrî re li hev kir, Serokkomarê Tirk yê wê demê Turgut Ozal jî ji bo çareseriya pirsa Kurd ji Talabanî xwest ku bibe navbeynkar. Di wan rojan de ku di navbeyna Ozal û Abdullah Ocalan de bi navbeynkariya Talabanî trafîka peyaman hebû, li kulîsên Enqerê pêvajoya aştiyê dihate axaftin. Her wiha Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel helwesta xwe ya pêşî wiha digot: ''Yê ku xwînê dirijîne dewlet bi wan re bazarê nake. Ê ku xwînê dirijîne ne dewlet e. Hê ne dûr e, ev bila werin teslîm bibin. Teslîmî hiqûq û dadmendiyê bibin.

AGIRBESTA PÊŞÎ

Li Enqerê li gel ku dengên cuda dihatin jî, Rêberê Gelê Kurd ji bo aştiyê gaveke dîrokî avêt, 19'ê Adara 1993'an li bajarokê Bar Elîas a Libnanê derkete pêşberî çapemeniya cîhanê. Di daxuyaniya çapemeniyê de Abdullah Ocalan ragihand ku ew ji 21'ê Adarê heta bi 15'ê Nîsana 1993'yan agirbestê radigihînin. Dewleta Tirk wan deman li bara destê aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd di gav nediavêt, ber bi 15'ê Nîsanê roja xilasbûna agirbestê nêz dibû. Ozal, dîsan Talabanî vexwende Enqerê. Daxawza Serokkomarê Tirk ew bû ku agirbest bihata dirêjkirin.

DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ Û MIRIN

Ocalan 16'ê Nîsana 1993'yan dîsa derkete pêşberî çapemeniyê. Vê carê li gel Talabanî Serokê Giştî yê PSK'ê Kemal Burkay û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî li cem bû. Hê 24 saet di ser dirêjkirina agirbestê re neçûbû, 17'ê NÎsana 1993'yan ajansên nûçeyan, nûçeya, 'Turgut Ozal mir'' dan. Bi mirina Ozlan re, ku li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Tirk bi encama krîza dil çû, hem di dîroka nêz a dewleta Tirk de û hem jî di dîroka Tevgera Azadiya Kurd de rûpeleke nû vebû.

LI ENQERÊ TÎMA ŞER LI SER KAR E

Piştî mirina Ozal ku gotin di cih de be dewleta Tirk dest guherand. 25'ê Gulana 1993'yan jî, di rêveberiya Şemdîn Sakik de 33 leşker li ser rêya Çewlik-Xarpêtê hatin kuştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser mirina Ozal û bûyera 33 leşkeran, ji bo xirakirina agribestê weke provakasyonên ji bo geşkirina şer şîrove kir. Di wan rojan de ku Suleyman Demîrel Serokkomar, Tansû Çîller Serokwezîr, Mehmet Agar Midûrê Emniyetê û Dogan Gureş Serekerkanê artêşa Tirk bû, li Sêwasê 33 rewşenbîr hatin şewitandin. Abdullah Ocalan haziriyên tîma nû ya şer a li Enqerê li ser kar dît û 8'ê Hezîrana 1993'yan ragihand ku ew agirbestê diqedînin. Destê aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd dirêj kiribû - di pêvajoyên agirbestê de, yên piştî vê jî wê bihata dîtin- tenê wê li hewayê nemaye, her wiha deweta Tirk li Kurdistanê wê her cure şer û stratejiya hilweşandinê bikira dewrê.

Ber bi 1995'an ve artêşa Tirk ku dixwest şer girantir bike hêzên PDK'ê jî da rex xwe, bi navên cuda êrîş anîne ser mewziyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê. 11'ê Tîrmeha 1995'an li bajarê Dublînê yê Irlandayê li gorî berjewendiya Ingiltere-DYE û Tirk bi hêzên Başûrê Kurdistanê re peymanek hate îmzekirin. Yek ji hedefa peymanê jî tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê bû, jixwe piştî vê di nav hêzên PDK'ê û gerîlayên PKK'ê de şerê 3 mehan derket.

AGIRBESTA 2’EMÎN Û TEQÎNA LI ŞAMÊ

Pêşketinên sala 1995’an wê bi vê yekê sînordar nemaba. Di demekê de ku Tirkiye 24’ê Kanûnê xwe ji bo hilbijartinên giştî amade dikir, rayedarên dewleta Tirk, bi rêya hinek navbeynkaran, ji Ocalan daxwaza agirbestê kiribûn. Piştî şerê dijwar ê 2 salan û şûnde Abdullah Ocalan ji bo pêşîvekirina pêvajoyeke nû 15’ê Kanûna 1995’an tevlî qenala televîziyona MED TV bû û agirbest îlan kir. Piştî hilbijartina li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û şûnde di rojên destpêkê yên sala 1996’an de weke bersiva agirbestê rejîma Enqerê wê qetlîamek ba.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê 16’ê Çileya 1996’an ewilê wê mînîbûsek hate gulereşandin, piştre jî hate şewitandin. Di vê bûyera de ku 11 sivîlên Kurd hatin qetilkirin û hema piştre Serfermandarê Tirk ê daxuyanî da, hewl da ku vê bixe stûyê PKK’ê, lê piştî demekê kin derket holê ku berpirsê vê JÎTEM a ku mekîneya kuştinê ya li Kurdistanê ya dewleta Tirk kiriye. Bersivdayina dewleta Tirk a agirbesê wê bi vê re sînordar nemaba, li aliyekê şer wê zivistana 1996’an li Kurdistanê zêdetir biba, 6’ê Gulana 1996’an li nêzî mala ku li Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima, wesayîteke tonek teqemeniya C4 lê barkirî hate teqandin.

Abdullah Ocalan ji sûîkasta Serokwezîra Tirk a demê Tansû Çîler û tîma wê rizgar bibû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê wê şevê tevlî qenala televîzyonê ya MED TV bû ev gotibû: “Em dibêjin; aştî û biratî, dibêjin bila ev şer rawest e, li hemberî vê em tên bombekirin.”

Dîsa bi navbeynkariya hinekan di navbera hikûmeta Tirk û Abdullah Ocalan de peyam dihat-diçûn.

Vê navê di navbera hikûmeta Tirk a bi pêşengtiya Necemttîn Erbakan ku ji havîna 1996’an heta navîna 1997’an li ser desthilata Tirkiyeyê ma û bi darbeya 28’ê Sibatê ji wezîfê hate girtin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyalogên bi armanca çareseriyê pêş ketibûn. PKK ji bo nîşandana niyeta baş komeke leşkerên Tirk ên li Zapê dîl ketibûn destê gerîla li ber çavê raya giştî berdabûn.

Tevî vê hêzên navneteweyî yên têkiliya wan bi hêzên kûr ên dewleta Tirk re hene, bi biryarbûn ku komployeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixin meryetê. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanistan Kostas Sîmîtîs û Serok Dewletê DYE’Yê Bîll Clînton li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hatibû kirin. Sîmîtîs ê di vê civînê de ji bo tesfiyekirina Abdullah Ocalan hevkarî qebûl kiribû, soz dabû ku wê destekê bidin polîtîkayên DYE’yê.

DIYALOGA LI GEL ERBAKAN Û DANÎNA KEVIRÊN DESTPÊKÊ YÊN KOMPLOYÊ

Yewnanistan a erê kir ku di nava komployê de cih bigire, Abdullah Ocalan li dijî Tirkiyeyê bikar anî, di mijara Qibris û Giravên Egeyê de dixwest ku tawîzan ji Tirkiyeyê bigire. Abdullah Ocalan bê ka çawa wê demê kevirên destpêkê yên komployê hatiye danîn di parastina xwe ya sala 2003’an pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Giran a Atîna ku jê dihate darezandin de ev gotibû: “Hêzên hegemon Îngîltere û DYE yên ku sîstema-cîhana kapitalîst a serwerbûna polîtîkayên dewlemendiyên sererd-binerd, petrol, civak û rêbazên wê yên Rojhilata Navîn serwerbûne birêve dibe, ji dîrokê heta roja me ya îro li hemberî dewlet, civak, rêxistin û heta ferd ên hevkariya vê polîtîkayê nakin, îmhakirin û tesfiyekirin weke rêbazekê pêk aniye û pêk tîne. Em ji ber ku ji destpêkê ve li Rojhilata Navîn li ser xeta xwe ya serbixwe ya gelan û azadiyê bi israr in, bûn hedefa polîtîkayên tesfiye û komployan.

Hê li Şamê bûm, Îngîltere û DYE sefrî şandin û daxwaz kirin ku li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata Navîn tevger bikin, berovajî vê wê tesfiye bikin. Min daxwaza wan a hevkariyê red kir. Min ji bo wan got ku dev ji xeta xwe ya serxwebûna gelan û azadiyê bernadin. Piştre jî Talabanî hate ba min û got; ‘Ocalan te çi kir, serê xwe li belayê da!’ daxwaz ji min kir ku biryara xwe li ber çavan re biborînim û hewl da ku bi van hêzan re bikevin hevkariyê, lê min ev daxwaz jî red kir. Ji ber ku min got; ‘Ez mirovekî yê xwedî rêgez û pîvan im. Xwedî xetekî ya gelan im, ez şervanekî azadiyê ya nûnertiya utopyaya wekhevî û azadiyê ya bi hezaran salan a gelan im, ez nabim şervanên hineke din.’ bi komployekê biryara tesfiyeya min hate dayîn. Bi tesfiyekirina min re wisa difikirîn ku wê PKK’ê jî têk bibin.

Biryara tesfiyeyê, berî 1998’an hatibû girtin, biryareke ya aliyê DYE-Îngîltere-Îsraîlê bû. Ji ber biryar derqanûnî bû, bi destê Gladyoya NATO’yê gav bi gav wê biketa meryetê. Operasyonên Gladyo yên dişibe vê, heman demê operasyonên hê zêdetir Tirkiyeyê bi xwe ve bidin girêdan bûn.”

SIBE: Agirbesta 3’emîn a 1’ê Îlona 1998’an û rojên ber bi 9’ê Cotmehê ve diçin…