Pêşî al hildane, paşê Kurdan lînç kirine

Pêşî al hildane, paşê Kurdan lînç kirine

Di rapora MAZLUMDER'ê ya piştî lêkolînên li navçeya Sultandagi ya Afyonê hat amadekirin de hat diyarkirin ku koma êrîş li kurdan kir bi organîze û agahdar bû. Di raporê de hat diyarkirin ku berî êrîşê li ser deriyê malên malbatên tirk bi heman boyax ala tirkan hatiye hildan.

Şandeya MAZLUMDER'ê, bi pêşengiya Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê li navçeya Sultandagi ya Afyonê li ser êrîşên li hemberî kurdan lêkolîn kirin û rapor amade kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku kurdên li navçeya Sultandagiyê karkeriya demsalî dikin û piştî bûyerê ji malbata Kiran 2 kes hatin girtin, piştî bûyera edlî li hemberî kurdan êrîşê pêk hatin. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî polîsan malên malbata Kiran dorpêç kirin komên kombûn êrîş li malbatên din ên kurdan kir.

Di raporê de nêrînên Saît Kiran ên ku rastî êrîşê hatin wiha ragihandin: "Em 9 malbat in. 70-80 şênî ne. Em ji Bedlîsê hatin vir. 20 salin em li vir dijîn. Li navçeyê 60-70 malên kurd hene. Piştî bûyerê gelek êrîş pêk hatin. 1000-2000'an êrîş kirin. Ji navçeyên din jî hatin. Li navçeya Sultandagiyê ewqas mirov kom nabin. Ji tiştên me re tu qîmet nîşan nedan ev yek derew e. Tişekî wisa çênebû."

PÊŞÎ ALA TIRKAN HILDANE

Di raporê de nêrînên esnafên pêre hevdîtin hatin kirin hatin dayîn û esnafên di alên xwe de alên tirk daliqandin wiha gotin: "Li vir bûyerên gelek mezin pêk hatin. Bûyerên di navbera kurd û tirkan de qewimîn. Ji ber wê yekê me al daliqandin."

Di raporê de walî û qeymeqam jî diyar kirin ku ji bo kurd ji navçeyê biçin tu hewildanên wan çênebûne û qeymeqam diyar kir ku di bûyeran de ji derveyî navçeyê tu kes nehatin e.

Di raporê de di beşa "tesbîtan" de hate diyarkirin ku li hemberî welatiyên tu eleqeya wan bi bûyerê tuneyî êrîş pêk hatin û wiha da zanîn:

“Ji malbata tê gotin aliyê bûyerê ye 2 kes hatin girtin. Ligel vê yekê xwestin malbatan ceza bikin. Girseya êrîş kir bi awayekî organîzeyî û agahdarî hatiye cem hev. Di êrîşê de kesên ji navçeyên cuda hatin jî tevlîbûn. Berî êrîşê li malbatên kurd ên tevlî bûyerê nebûne bikin ji bo welatiyên tirk rastî êrîşê neyên di paçeyên malan de alên tirk daliqandin. Hate dîtin ku hemû al wekî hevbûn. Alên berî êrîşê hatin daliqandin nîşaneya ji aliyê komekê ve hatine belavkirin. 20 kesên tevlî êrîşanbûn hatin binçavkirin lê tu kes ji wan nehate girtin. Piştî bûyeran hinek esnafan bi daxwaza xwe û hinek esnafan jî ji ber gefên xwarin erzaq nefirotin welatiyên kurd."