Pêşnûme biryara Rûsya ji aliyê KENY’ê ve hat redkirin
KENY’a li ser banga lezgîn a Rûsya kom bûyî, pêşnûme biryara Rûsya pêşkêş kirî red kir.
KENY’a li ser banga lezgîn a Rûsya kom bûyî, pêşnûme biryara Rûsya pêşkêş kirî red kir.
Piştî êrîşa hewayî ya DYA, Îngîltere û Fransa ya li ser Sûriyê, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) a ku li ser banga Rûsya kom bûyî, pêşnûmeya biryara Rûsya dayî konseyê hat redkirin.
Di pêşnûmeyê de, banga şermezarkirina êrîşên DYA û hevalbendên wan ên li ser Sûriyê dihat kirin.
Ji dervey Rûsya bes Çîn û Bolîvya piştgirî dan pêşnûmeyê .
8 welatan li dijî pêşnûmeyê deng dan, 4 welat jî bê alî man.
Ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY’yê pêşnûme biryarekê erê bike, divê ji 15 welatna 9 dengên ‘erê’ bikar bîne û ji 5 welatên herdemî (DYA, Îngiltere, Fransa, Brîtanya û Çîn) divê ti dengê xwe yê veto bikar neîne.