Pervîn Buldan Wezîrê Karê Tirk li derewê qeliband
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan îdîaya wezîrê Tirk a derheqê esîrên şer li derewê qeliband.
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan îdîaya wezîrê Tirk a derheqê esîrên şer li derewê qeliband.
Li Meclîsa Tirk dema nîqaşên li ser êrîşên dagirker ên li ser Garê Wezîrê Navxwe yê Tirk navê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi kar anî û îdîa kir, Buldan ji parlamenterekî AKP'ê re gotiye, ''Wê wan hinekî bikin mêvan û berdin.''
Buldan got, ''Rastiya bûyerê wiha ye'' û domand, ''Parlamenterê AKP'ê Oznur Çalik dema ku ez Serokwekîla Komê bûm li min geriya û got, diya leşkerekî esîr bi nexweşiya pençeşêrê ye û dixwaze ji kurê xwe agahiyê bistîne. Dema pêvajoya muzakere û çareseriyê bû. Min jê re got heke têkilî mijarê agahiyek bi dest min bikeve bi teqezî ez ê pê re par ve bikim. Agahî hat ku leşkerê esîr rewşa wî baş e û min ji Çalik re got,''Tendiristiya wî baş e. Hêvî dikim demeke nêz were berdan. Tişta ku ji dest me tê em dikin.
Diyaloga di navbeyna me de tenê ev e. Îdîayên li derveyî vê ne rast in.''