Pervîn Bûldan dengê xwe da
Hevserokê Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî dengê xwe da. Bûldan got, "Ez pê piştrast im ku wê demokrasî ji sindoqê derkeve."
Hevserokê Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî dengê xwe da. Bûldan got, "Ez pê piştrast im ku wê demokrasî ji sindoqê derkeve."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ji bo dengê xwe bide hat Dibistana Seretayî ya Mûrat Koluk a li taxa Florya ya navçeya Bakirkoyê. Bûldan ji aliyê endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê ve hate pêşwazîkirin û dengê xwe da.
Bûldan piştî dengdanê daxuyaniyek li ber dibistanê da ûı got, "Hêvî dikim ku hilbijartinên 23'ê Hezîranê ji bo paşeroja Tirkiyeyê bi xêr be. Hêvî dikim dengê ku îro bê dayin ne tenê çarenûsa Stenbolê wê çarenûsa Tirkiyeyê biguherîne. Tevî ku emeliyat bûme jî ez îro hatim dengê xwe bidim û min xwest nîşan bidim ku dengekî bi tenê jî çiqasî hêja ye. Me her tim got, bi dengekî her tişt dikare bê guhertin. Bi heman têgihiştinê îro dengê xwe didim. Stenbol wê di heman demê de çarenûsa Tirkiyeyê jî biguherîne, lewma min dengê xwe da.
Xwezî dengên di 31'ê Adarê de hatin dayin, îradeya hate nîşandan bihata qebûlkirin ku îro ev hilbijartin nehatibûya kirin. Tevî her tiştî ji ber ku îradeya gel hate desteserkirin em careke din dengê xwe didin. Ez pê piştrast im ku wê îro demokrasî ji sindoqê derkeve. Wê aştî, biratî û azadî ji sindoqê derkeve. Hilbijartinên Stenbolê ji bo me hemûyan bi xêr be."