BI DÎMEN

‘Pergaleke bêdewlet pêkan e’

Konferansa ‘Rabûna li dij Modernîteya Kapîtalîst’ a bi pêşengiya fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, di roja duyem de bi danişîna “Parastina nû û rêyên avakirinê” berdewam kir.

Di danişîna destê sibehê de ya ku sendîkavanê Îngilîz Sîmon Dûbbîns  rêveberiya wê kir, Prof. David Graeber, Raûl Zîbechî, Mîgûel Jûaqûîn, Fûat Kav û Zîlan Yagmûr beşdar bûn.

GRAEBER: ROJAVA PROJEYEKE DERDEWLETÎ YE

Prof. David Graeber bi qalkirina tecrubeyên xwe dest bi axaftinê kir û got, “Em dixwazin ku çînên civakî ji holê rabin û mirov wekhev bin. Kapîtalîzm jî berevajî me dixebite. Em li cîhanê li hemberî ji sedî 1’ê têdikoşin lê beşa ji sedî 1, beşa ji sedî 99 bi rê ve dibe.”

Graeber qala çavdêriyên xwe yên li Rojava jî kir û got, “Li ser Rojava ambargoyek heye û ev tişt gelekî xerab e. Lê avantajên wê jî hene û berê wê dide alternatîfên cihê. Hewl tê dayîn ku pergala Konfederalîzma Demokratîk were avakirin. Meclîs hene, 3 kantonên cihê hene. Ev projeyeke derdewletî ye. Ev tişt wisa bi rê diçe, xwediyên hêzê hesab didin ên biniya xwe. Ev tiştekî wisa ye ku li cîhanê nehatiye ava kirin.”

David Graeber qala mafên mirovan ên li Rojava jî kir û got, “Edalet ne li gorî dewletan e. Pergala edaletê li gorî hesasiyetên ji çînên jêr e. Li Rojava pergaleke nû û bilindbûneke civakî pêk tê.”

ZÎBECHÎBÎR: KRÎZA ŞARISTANIYÊ RÛDIDE

Rojnamevan Raûl Zîbechîbîr ê ku li ser tevgerên Emerîkaya Latîn dixebite, qala lêkolîn û çavdêriyên xwe yên di nav civakên Ûrûgayê de kir. Zîbechîbîr bal bir ser têkiliyên di navbera gundiyan de, pergal û parvekirinên wan ên civakî û got ku, heman rewş li Meksîkayê jî heye.

Zîbechîbîr bi bîr xist ku kapîtalîzm di nav krîzekê de ye û got, “Li Rojavayê Cîhanê, kapîtalîzm di nav krîzekê de ye. Ev ne bi tenê ya ekonomiyê ye, aliyên wê yên çandî û tendirustiyê jî heye. Dema em qala krîza şaristaniyê dikin, divê em bi tenê berê xwe nedin krîza ekonomîk. Ji ber ku ne wisa ye, şaristanî li ber rûxandinê ye. Ev ne krîzeke biçûk e. Ji ber vê jî divê pergaleke ne kapîtalîst were ava kirin. Zapatîst vî tiştî wekî bahozekê dinirxînin. Ev zanîn têr nakin ku em dîsa şaristaniyekê ava bikin. Em nikarin xwe bispêrin zanînên ku kapîtalîzm pêşkêşî me dike, ji me re zanînên nû lazim e. Nabe ku cîhaneke nû li ser mîrata kapîtalîzmê ava bibe.”

KAV: KURD JI DEWLETÊ QUT BÛNE

Nivîskar Fûat Kav jî li ser “Desthilatdariya dewletê û şîddeta wê” axivî û got ku, “Bêyî dewlet mirov dikare bijî û dikare civakekê ava bike. Ev 5 hezar sal in ku dewletê xwe li ser civakê ferz kiriye û xwe ava kiriye. Di dîrokê de ji xeynî çend zanyaran kesî/ê negotiye ku mirov dikare bêyî dewlet jî bijî. Sosyalîst û pêşengên rizgariya civakî jî nikaribûne li hemberî vê pergalê derkevin a ku maka hemû xerabiyan e. Sovyetê bi xwe jî nikaribûye xwe ji vî tiştî rizgar bike. Têkoşêrên di vê rêyê de yên ku ked dane, dûre têkoşîna xwe teslîmî pergala dewletê kirine. Li cihê ku dewlet lê hebe demokrasî, li cihê ku demokrasî lê hebe dewlet tune. Ev herdu dijberî hev in. Heke li cihekî dewlet hebe navê wê çi dibe bila bibe, te divê sosyalîst be te divê kapîtalîst be li wê derê demokrasî tune. Dewlet tu carî demokrasî û azadiyê nade. Heke melekek jî were ser textê dewletê, roja din wê bibe cinawirek.”

Kav diyar kir ku divê di civakê de bîra bêyî dewlet were ava kirin û got, “Bêyî dewlet jî dibe, ji ber ku 5 hezar sal berê civak bêyî dewlet dijiyan. Divê em nîgaşa dewletê ya di bîra xwe de hilweşînin. Divê em qaliban hilweşînin. Ne di fikrê de divê di pratîkê de em van tiştan hilweşînin. Dewlet împaratoriya tirsê ye, divê di cîhana xwe ya hundirîn de em vî tiştî hilweşînin. Li Tirkiyeyê a niha hikumdariya bi tirsê li ser Kurdan heye. Ji ber vê jî Kurd ji dewletê qut bûne. Tişta li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ev e.”

Fûat Kav bi bîr xist ku 20 salan di girtîgehê de pêkutî hate kirin û got, “Ya di girtîgeha Amedê de têk çû, ne girtiyên Kurd bûn, dewleta Tirk bû. Ji ber ku bawerî û biryara wan hebû. Ji ber wê jî bi ser ketin. Îro jî li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Di roja 60’emîn de ye. Girtî wê îro jî bi ser bikevin.”

YAGMÛR: DIVÊ CIWAN LI HEMBERÎ DESTHILARDARIYÊ TÊBIKOŞIN

Zîlan Yagmûr jî qala berxwedana li Bakurê Kurdistanê kir û diyar kir divê li hemberî kapîtalîzm û desthilatdariyê mirov li ber xwe bide û têbikoşe. Yagmûr got ku, “Têkoşîna ciwanan a li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst divê di nava lêgerîna alternatîf û heqîqetê de be.”

Mîgûel Jûaqûîn jî li ser rizgariya neteweyî ya li dijî mêtingeriyê û fikrên piştî şoreşa civakî yên Franz Fanon kir û li ser modêla Tevgera Azadiyê ya Kurd a ku dixwaze ava bike, pêşkêşiyek kir.

Konferans bi komên xebatê yên piştî vê danişînê domiya.