Pêngava dawî ya Reqayê û bandora wê

Ji bo ku pêşiya rizgarkirina Reqayê bigirin û serketina QSD'ê asteng bikin, dewleta Tirk û AKP a faşîst jî di nava hewldanek gelekî mezin û cidî de ye. 

Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD), bi navê "Cenga Mezin" pêngava rizgarkirina Reqayê dane dest pê kirin. Armanc rizgarkirina navenda bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Tê gotin ku "Cenga Mezin" ji bo rizgarkirina Reqayê, pêngava dawî ye. Bi vî rengî wê çeteyên DAIŞ'ê, ji bajarê wek "paytext" îlan kirine, werin derxistin. Eger pêngava rizgarkirina Reqayê bi ser bikeve, wê dawî li faşîzma DAIŞ'ê were. Herî hindik wê bandora wê nemîne û belkî, çalakiyên xwe jî êdî bi navê DAIŞ'ê pêk neyîne.

Li gorî ragihandina Biryargeha QSD'ê, hamleya rizgarkirina Reqayê serketî dimeşe. Di destpêkê de gelek gund hatine rizgarkirin, 10 serokçeteyên DAIŞ'ê hatin girtin û derbeyên giran li çeteyan xistine. Di nava deh rojên dawî de, 4 taxên Reqa hatin rizgarkirin, 312 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gorî ragihandina Biryargeha Rizgarkirina Reqayê, hamle wek hatiye plankirin serketî dewam dike. Tê fêm kirin ku dawî li efsaneya DAIŞ'ê tê. 

Dema ku Reqa hate rizgarkirin û kete destên hêzên QSD'ê, û çete li bajarê ku wek paytexta DAIŞ'ê tê naskirin têkbirin, bêguman wê encama wê ya siyasî û leşkerî jî mezin be. Hêzên siyasî û leşkerî yên li Suriye, wê di rengekî ciddî de werin guhertin. Di heman demê de wê li Iraqê û Rojhilata Navîn jî denge werin guhertin. Ev rewşek gelekî giring û ciddî ye. Ligel vê, wê nîqaşên ciddî û giring jî dest pê bikin. Piştî hamleya Reqayê dest pê kir, bandora siyasî û leşkerî li Tirkiyê û Îranê jî derkete holê.

Bi taybetî li Rojhilatê Suriye, yanî li xeta sinorê Suriye-Iraq û Urdunê, bûyerên nû yên leşkerî çêbûn. Dewleta Iranê ji serketina QSD'ê tirsiya û texmîn kir ku QSD, wê xeta sinorê sê dewletan teva bikê bin kontrola xwe. Ji bo vê jî rêxistina bi navê Heşt el Şeebî, ji Şingalê dest pê kir û heta bi sinorê sê dewletan kete nava haraketê. Gelek cih jî ji destên çeteyên DAIŞ'ê standin. Di heman demê de hêzên Esad jî, li heman herêmê ketin nava haraketê. Heşd el Şeebî wek baskê Artêşa Iraqê tê xuya kirin. Dîse jî, hêzên Esad, wekê dewletek cûda tên dîtin. Lê divê werê zanîn ku, ev her du hêz jî, ji aliyê Îranê ve têne rêvebirin: Lewma, piştî hêzên Rejîma Suriyê ketin nava haraketê, hêzên Heşt el Şeebî jî ketin nava haraketê. Haraketek hevbeş û hemwext bû.

Tê xuya kirin ku, Iran ji pêşketina hêzên QSDe re, ya ber bi sinorê sê dewletan tirsiya. Ji bo ku rewşê li gorî berjewendiyên xwe rêkûpêk bike kete nava haraketê. Ew baş dizanê ku piştî rizgarkirina Reqayê, wê dor werê Dêrezor û derdora wê. Bi vê rengê sinorê Iraq û Suriye bi temamî wê bikevê destê hêzên QSD. Ev jî li hesabê Îranê ku dixwaze li herêmê "kembera Şîa" ava bikê nayê. Ev planê Îranê têk diçe. Eger wisa bibe, têkiliya bejahiyê ya navbera Tahran û Bêrûdê çênabe. Dewleta Îranê dixwaze ji bo ku pêkanîna projeyeke wiha  karûxebetek ciddî dike. 

Ji bo ku pêşiya rizgarkirina Reqayê bigirin û serketina QSD'ê asteng bikin, dewleta Tirk û AKP a faşîst jî di nava hewldanek gelekî mezin û cidî de ye. Wekî din, dema ku Serokê Emerîka Turump, Îranê bi destekkirina terorê sucdar dike, ji sedema hewldanên li Rojhilatê Suriye ye. Tê gotin ku Emerîka li paytexta Urdunê yekîneyên taybet perwerde dike û dixwaze li wê herêmê bi cih bike. Vekirî tê xuya kirin Îran jî tevlî şerê herêmê bûye û li Rojhilatê Suriye jî bandora xwe zêde û dijwar kiriye. Şerê li Rojavayê Firatê ya li Bakurê Suriye, niha ketiya Rojhilatê Suriye.

Di demeke wiha de, krîza Qatarê jî derkete holê. Tê gotin ku êrîşên li paytexta Iran Tahranê jî, bi vê ve girêdayî ye. Ev jî hêza şerrê li herêmê nîşan dide. Piştî hamleya QSD'ê ya rizgarkirina Reqa û tevgera Heşt el Şeebî ya Şengal û Rojhilatê Suriye û bûyerên li Tehranê bi hev re derketin holê. Êrîşa li dijî Parlamenê û Gora Humeynî çêbûn. Ev êrîş ne êrîşên ji rêzê ne. Her çiqasî, DAIŞ'ê êrîş girtibin serxwe jî, mirov nikare wek inîsiyatîfa DAIŞ'ê bi tenê binirxîne. Êrîşan li Îranê erdhejek çêkir. Bi van êrîşan mesajek ciddî jî dane Îranê. Gelo ji bo hamleya Heşd el Şeebî ya Rojhilatê Suriye, desthilatdariya Iraqê jî hatiye şiyar kirin? Ji bo Îranê mesaj dan ku eger, tu wisa haraket bike, tê şer di hundirê xwe de bibîne.

Xuya dike ku êrîşên li Tehranê ciddî bûn û rewşek ne diyar heye. Divê ku li pey van êrîşan Amerîka û monarşîkên Erebîstana Siudî hebin. Eger ev rats be, şerê cîhanê yê sêyemîn be bi Îranê ve di diçe û wê li Îranê belav bibe. Wê li gel van êrîşan êrîşên din jî çêbibin. Dewleta Iranê jî wê bixwaze ku vê reşwê di berteref kirina muxalifan de bikar bîne. Wek 15 Temmuz 2016 ku li Tikriyê hewldaneke derbeyê çêbû, Tayib Erodgan hem muxalif teva berteref kirin û hem OHAL ilan kir. Rêvebebriya Ali Xamaney jî dikare tiştekî wisa bike.  Belkî wek Tayib Erodgan got, ew jî bêje "ev lutfeke Xwedê ye".

Krîza Qatarê rewşek tevlîhev e û giran e. Emerîka bi vê krîzê, cîhana ereb teva kire nava şoqê û bûyer pêl bi pêl fireh bû. Gelek dewletên Ereb, li dijî Qatarê ambargo danîn. Wezîrê  Emerîka got: Me got dewletên terorê destek dikin hene, wan jî Qatar şanî me dan." Ev jî bû destpêka krîzê. Divê ev pirs werê kirin; Gelo Serokê Emerîka ne berî, ne jî piştre, di dema ku hereketa Rojhilatê Suirye dest pê kir ev krîz derxiste holê. Xuya dike ku aliyekî krîza Qatarê têkildarî Rojhilatê Suriye ye. 

Naverok wiha ye: Qatarê sucdariya ku desteka maddî didine terorê red kir. Ji xwe qebûl jî nake. Dewletên ku çeteyên DAIŞ'ê detsek dikin hevkarên hev Siudi, Qatar û Komara Tirk e. Ji Tayib Erdogan, di destpêka krîza Qatarê de û ji her kesî zêdetir dijberî nîşan da. heman fêm kir ku heman sucdarî li dijî wî jî tê kirin. Li meydanê hevkariya suc heye. Ji niha de li dijî Qatarê lêpirsînek madî hatiye dest pê kirin. Yekîtiya Ewropa jî ne dîrekt be jî, endîrekt pirsa 2 milyar nîv euro ku dane Tirkiyê dike. Dibêjin ew pere li kuderê xerc kirine. 

Ya balkêş jî ew e ku, Rêveberiya Qatarê, li gel DAIŞ'ê alîkariya madî daye Heşt el Şeebî jî. Ev jî eşkere bûye. Têkiliya Qatarê bi DAIŞ'ê re dihata zanîn, lê bi Heşt el Şeebî re ne dihate zanîn. Di medya de jî cih negirt. Ev jî dide xuya kirin ku gelek karên veşartî û qirêj li meydanê hene. Gelo wê hinek têkiliyên din ên qirêj derkevin holê. Ev wê di demên pêş de eşkere bibin. Lê divê were zanîn ku serketina hêzen QSD û Cenga Mezin ya Reqa, wê serê gelek kes û derdoran biêşîne.