Pêngava 1'ê Hezîranê çareseriya demokratîk anî

Pêngava 1'ê Hezîranê çareseriya demokratîk anî

PKK'ê ku ji ber polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk dawî li agirbesta 5 salan anî, dest bi pêngava 1'ê Hezîranê kir. Gerîlayên tevlî pêngavê bûn destnîşan kirin, ku wan li dijî polîtîkayên tinekirina gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev pêngav kirine.

Pêvajoya agirbestê ya di Îlona sala 1998'an li ser hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di 28'ê Gulana sala 2004'an de bi deklarasyonek Konseya Fermandaran a HPG'ê ji raya giştî re, bi dawî bû. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, vîna gelê Kurd bê qebûlkirin, pêşî li çareseriya demokratîk vebe, hejmara zêde ya artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve, OHAL li herêmên Kurdistanê bi temamî rabe, operasyonên li dijî HPG'ê rawestin, dijwariya li hemberî gel û pergala cerdevaniyê rabin. Ji ber ku artêşa Tirk bi operasyon, zext û dijwariyê bersiv da vê deklarasyonê, HPG'ê dest bi pêngava 1'ê Hezîranê kir.

Bi pêngava 1'ê Hezîranê re hêzên HPG'ê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û li dijî pêkanînên tecrîdê yên li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya "Mafê Parastina Rewa" de gelek çalakî lidar xistin. Der heqê pêngavê de yek ji gerîlayan Mazlûm Marya ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku pêwistî bi pêngavê hebû. Marya got, "Komployoa li dijî gel û rêberê me dewam dikir. Bi vê komployê re rêberê me dihat tecrîdkirin. Tinekirin û înkara li dijî gelê me bi dijwarî dewam dikir. Her weha di wê demê de li hemberî tevgera me polîtîkayên tinekirinê dihatin meşandin. Armanca pêngava 1'ê Hezîranê, pûçkirina van pêkanînan bû."

MARYA: BERIYA PÊNGAVÊ, TINEKIRIN Û ÎNKAR DI ASTA HERÎ BILIND DEBÛ

Marya bal kışand ser operasyonên wê demê li dijî gerîla û got, "Li gel polîtîkayên tinekirinê yên li dijî tevgera me, li hemberî gerîla jî operasyonên mezin dihatin kirin. Em di rewşa agirbestê debûn, lê dîsa jî operasyon dihatin kirin. Tevî operasyonên li dijî gerîla, polîtîkayên tinekirin û înkarê yên li hemberî gelê Kurd jî di asta herî bilind de dewam dikir û hewl dihat dayîn gelê Kurd ji holê bê rakirin."

"BI PÊNGAVÊ RE PKK'Ê GAVEKE XURT AVÊT"

Marya da xuyakirin ku ev pêngava li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê li qada Xakurkê destpê kir û weha peyivî: "Di dema pêngava 1'ê Hezîranê de ez li qada Xakurkê bûm. Bi vê pêngavê re, em weke yekîneyekê derbasî qada sînor bûn. Me li van deveran yekîneyên çalakiyan amade kiirin. Li dijî polîtîkayên tinekirina gel û rêberê me, me mafê xwe yê bersivdayînê bikar anîn. Bi destpêkirina pêngava 1'ê Hezîranê re di nava hemû hevalan de moral û coşekê rû da. Heval ji bo derbasî qada Bakur bibin, pêşniyar dikirin. Bi van çalakiyan re polîtîkayên dewleta Tirk hatin pûçkirin. Bi pêngavê re PKK'ê gaveke xurt avêt."

ÇIYA: DÎTIN KU PKK NE QEDIYAYE

Şevger Çiya jî diyar kir ku di 15'ê Sibata sala 1999'an de bi "Komploya Navnetewî" ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li hemberî gelê Kurd jî polîtîkayên tinekirinê hatine meşandin û got, "Di kesayetiya Rêberê me de, dewleta Tirk xwest gelê Kurd tine bike."

Çiya bibîr xist ku bi komployê re dewleta Tirk hewl daye PKK'ê tine bike û got, "Dewleta Tirk bi her şêweyên êrişan xwest tevgera me têxe rewşeke nikaribe şer bike. Lê belê Rêberê me ev polîtîkayên dewleta Tirk dît û dest bi pêngavekê kir. Beramberî vê, tevgea me jî di çarçoveya pêngava Rêberê me de di 1'ê Hezîranê de pêngav da destpêkirin."

"PÊNGAV JI BO AZADIYA RÊBER Û GELÊ ME BÛ"

Çiya da xuyakirin ku PKK'ê bi Pêngava 1'ê Hezîranê re nîşanî hêzên mêtînger da ku ew neqediyaye û her tim ji bo şer amade ye û axaftina xwe weha dewam kir: "Bi îdeolojî û felsefeya Rêberê me re tevgera me dest bi pêngavekê kir û di serî de dewleta Tirk nîşanî hemû hêzên mêtînger da ku PKK neqediyaye. Vê pêngavê nîşanî Kurdên noker û hêzên mêtînger jî da ku PKK têk neçûey. Pêngav, ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir."

SÎPAN: LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TINEKIRINÊ EM DERBASÎ BAKUR BÛN

Gerîla Sîpan jî ragihand ku piştî pêvajoya 1999'an, ev pêngav li dijî şerê taybet ê li dijî Tevgera Azadiyê Kurd û Rêberê Gelê Kurd destpê kir û got, "Dewleta Tirk wê demê bi gotinên "Me PKK qedand, PKK teslîm girt" şerê taybet dida meşandin. Pêngav, di heman demê de bersivek ji vî şerê taybet bû."

"PÊNGAVÊ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET PÛÇ KIR"
Sîpan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên bi armanca tinekirina PKK'ê beiya 1'ê Hezîrana sala 2004'an dihatin meşandin û weha peyivî: "Eger ev pêngav nebûya, gelê Kurd wê bi tinebûnê re rûbirû bima. Bi vê têgihiştinê Rêber û Tevgera me, dest bi amadekariyên pêngavê kirin. Di pêvajoya pêngavê de hêzên HPG'ê xwestin derbasî qada Bakur bibin. Bi vê daxwaza ji bo pûçkirina konsepta şerê taybet a dewleta Tirk re, hemû heval di nava coş û heyecaneke mezin de bûn. Ez jî hingî bi yekîneyekê re derbasî herêma Serhedê bûm. Me li wê derê gelek çalakî kirin, ku hêzên mêtînger bibînin em têk neçûne. Me bi van çalakiyan re polîtîkayên tinekirinê pûç kirin."

Sîpan da xuyakirin ku wan bi pêngavê re di warê leşkerî, siyasî û îdeolojîk de xwe perwerde kirine û ji bo polîtîkayên tinekirinê yên OHAL'ê têk bibin, hem bi her awayî amadekariyên xwe kirin û li ser vê bingehê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

FIRAT: PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ DEWAMA 15'Ê TEBAXÊ YE

Gerîlayên HPG'ê Hawar Firat jî ragihand ku Pêngava 1'ê Hezîranê dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye û got, "Çawa ku pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya lehengê mezin Egîd li dijî hêzên mêtînger bû, pêngava 1'ê Hezîranê jî bi heman rengî pêngavek li dijî hemû hêzên mêtînger bû. Rêberê me di 1'ê Îlona sala 1998'an de dest bi pêvajoya agirbestê kir. Dûre di sala 1999'an de bi tevlêbûna hemû hêzên mêtînger li dijî Rêberê me komploya navnetewî hat kirin. Di vê demê de Rêberê me xwest hemû hêzên li Bakur derbasî Başûr bibin. Lê lobiya şerê taybet a ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Emerikayê ve hat amadekirin, ket dewrê. Vî şerê taybet li Kurdistanê li dijî gelê me, rêber û tevgera me gelek kar kir. Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê me polîtîkayên tinekirina tevger û gelê me, pêwistî bi pêngavekê hebû. Li dijî gotinên "Me PKK qedand, me tinekirin" ên şerê taybet, destpêkirina pêngavekê pêwîst bû. Li ser vê yekê, tevgera me jî di 28'ê Gulana sala 2004'an de deklarasyonek ji raya giştî re eşkere kir û diyar kir, ku agirbest bi dawî bûye."

"PÊNGAVE PÊŞÎ LI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK VEKIR"

Firat ragihand ku ew di dema 1'ê Hezîranê de li qada Xakurkê bû û got, "Wê demê hêzên leşkerî ji bo şer dihatin perwerdekirin. Hemû hêzên me ji bo pûçkirina hewldanên tinekirinê, derbasî qada Bakur dibûn. Bi pêngavê re PKK'ê hem nîşanda ew heye, hem jî nîşanî tevahiya cîhanê da ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Di roja heyî de, dewleta Tirk fêm kiriye ku bi operasyonên leşkerî nikare PKK'ê û gelê Kurd tine bike. Rola pêngava 1'ê Hezîranê di pêvajoya îro de gelekî mezin e. Heta ku gelê Kurd û Rêber me azad bibe, çawa ku di 1'ê Hezîranê de biryara şer hat dayîn, niha jî bi heman biryardariyê têkoşîna çareseriya demokratîk tê meşandin."