Pênc xwendekarên ku 'azadî' li ser dîwêr nivîsîn hatin destgîrkirin
Li Stenbolê, pênc xwendekar bi hinceta ku nivîsên 'Azadî ji zanîngehê, welat û Şîlan re' li ser dîwarekî nivîsîn hatin destgîrkirin.
Li Stenbolê, pênc xwendekar bi hinceta ku nivîsên 'Azadî ji zanîngehê, welat û Şîlan re' li ser dîwarekî nivîsîn hatin destgîrkirin.
Li Stenbolê 5 xwendekarên Kolektîfa Xwendekaran serê sibehê hatin destgîrkirin.
Xwendekar bi hinceta ku ji bo berdana xwendekarên tevlî çalakiyên Bogazîçiyê bûne hatibûn girtin, nivîs li ser dîwêr nivîsîn, hatin destgîrkirin.
Ji bo piştgiriya bi xwendekarên girtî re nivîsên "Azadî ji zanîngehê, welat û Şîlan re", "Soza me ya ji bo wan azadî ye" û "Zanîngeh welat e" hatibûn nivîsandin.