Penaberên li Tirkiyeyê dikevin nava lepên mafya organan

Eşkere bû, penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, li saziyên tenduristiyê yên fermî yên li Enqereyê gurçikên xwe firotine mafya organan a li qada navneteweyî dixebite.

Qenala televîzyonê ARTE ku bi zimanên Fransî û Elmanî weşanê dike, li ser drama penaberên Sûriyeyî yên xwe li Tirkiyeyê girtine dokûmanterek weşand. Di dokûmanterê de bi taybetî bal hate kişandin ser çîroka penaberên Sûriyeyî yên ketine destê mafya organan û hate ragihandin, penaber ku ji bo birçî nemînin, ya jî ji bo xwe karibin werin welatên Ewropayê neçar mane ku gurçikên xwe bifiroşin.

Dokûmanter qala bûyerên bi serê jineke penaber a Sûriyeyî ya li Hatayê dike ku neçar ma di berdêla 5 hezar Euro de gurçika xwe bifiroşe. Penabera jin diyar kir, ji bo karibe biçe Elmanyayê û xwe bigihîne malbata xwe, gurçika xwe firotiye yekî ji Erebîstana Siûdî û got, kontrola tenduristiyê û emeliyata ji bo derxistina gurçikê li Enqereyê li saziyeke fermî hatiye kirin.

Di dokûmanterê de tê gotin, penaber bi rêya medya civakî têkiliyê bi wergir an jî mafya gurçikê re datînin û hate ragihandin, ciwanekî din ê penaber ê li Stenbolê gurçika xwe bi 15 hezar Dolarî firotiye. Di dokûmanterê de axaftina heman penaberî hate weşandin: "Piştî ku hatim Stenbolê, min dît ku keda me tê xwarin. Destpêkê rojane bi 2-3 Euroyî hatim xebitandim û heta niha min gelek kar guhert. Ji bilî firotina gurçika xwe rêyeke din ji mirovan re nahêlin."

PIŞTÎ NARKOTÎKÊ HERÎ ZÊDE BAZIRGANIYA ORGANAN TÊ KIRIN

Amadekarên dokûmanterê di dema kişandina dîmenan de tespît kirin bê mafya organan li Stenbolê çawa penaberan dibînin û beriya wergirtina gurçikê li kîjan otelan bi cih dikin. Hate destnîşankirin, di nava karên ne qanûnî de piştî bazirganiya narkotîkê, ya ku herî zêde li Tirkiyeyê tê kirin bazirganiya organan e.

Di dokûmanterê de hate bibîrxistin, li Tirkiyeyê firotina gurçikê qedexe ye, lê belê li dijî vê bazirganiya li derveyî qanûnan tedbîrên pêwîst nayên girtin. Hate ragihandin, gelek mafyayên gurçikê yên li qada navneteweyî dixebitin, li pey gurçikên penaberên Sûriyeyî ne. Di dokûmanterê de ku ji bo bernameya "Reportage" ya ARTE hate hişandin, hate gotin ku mafya organan dema derfetê nabîne ku li Tirkiyeyê emeliyatê bikin, penaberan dibe Misrê û li wê derê gurçika wan derdixînin.