Penaberên Iraqî: Li kampa Holê em di ewlehiyê de ne
Piştî beşa 4’an a Kapma Holê jî hate vekirin ku penaberên Iraqî û Sûriyeyî xwe lê girtine, jiyan normalîze dibe.
Piştî beşa 4’an a Kapma Holê jî hate vekirin ku penaberên Iraqî û Sûriyeyî xwe lê girtine, jiyan normalîze dibe.
Li Kampa Holê her ku diçe ji ber penaberên ku ji Nînova ya Iraqê ya di bin kontrola DAIŞ’ê de û ji gelek deverên Sûriyê ji ber zextan reviyan û xwe lê girtin hijmara penaberan zêde dibe.
Ji Deriyê Sînor ê Recim û ji deverên cihê yên ser sînorê Iraq-Rojava herka penaberan a ji bo deverên parastî didome. Nifûsa Kampa Holê bi hatine penaberên nû re ji kapasîteya xwe derbas bû.
Penaberên ku li Kampa Holê bi cih bûn şertên kul ê dijîn ji ANF’ê re vegotin.
BEŞA 4’AN JI BICIHBÛNÊ RE HATE VEKIRIN
Rêveberiya Kampa Holê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku hatina penaberan a ji bo Kampa Holê berdewam dike û got ew ji saziyên navnetewî ti alîkariyê nastînin. Li kampê ku bi îmkanên Rêxistina Alîkariyê ya Rojava û Kantona Cizîrê hate berfirehkirin, ji bo ji pênaberên nû re bibin bersiv beşa 4’an vekirin û ji bicihbûnê re vekirin.
Rêveberiya Kampê diyar kir ku bi beşê nû re 250 malbatên din jî dikarin bi cih bibin û diyar kir, heke penaberên ku ji Iraqê, ji çeteyên DAIŞ’ê direvin xwe li Rojava bigirin beşa zêdek jî wê nikaribe bibe bersiv.
‘TI KÊŞEYA ME NÎN E, EM MINÊKAR IN’
Husam Ehmend ku ji Nînova ya Iraqê, Mûsûlê ji ber zext û zordariya çeteyên DAIŞ’ê neçar maye ku şûnwarê xwe biterikînin got, ew kêfxweş in ku hatine Hesekê.
Ehmed diyar kir ku jiyana kampê normal e û got, ‘’Li vir pir qedrê me digirin. Kar heye, jiyan baş e. Ti arîşeya me bi kesî re nîn e. Asayiş ewlehiya me dike, em minêkar in.’’ Ehmed dibêje li kampê bi asta ku jiyana bazirganî çêbibe kirîn û firotin li vir heye û got li gel her tiştî ew kêfxweş in ku ew di ewlhiyê de ne.
LI MÛSILÊ HER TIŞ QEDEXE YE
Penaberekî esnaf yê Mûsilî dibêje, ‘’Li Mûsilê qedexe bû mirov tiştekî bi dilê xwe bikire û bifiroşe. Çarşî qedexe bû, cil û bergên me bi rêgezan diyar dibûn. Jixwe li bazarê her tişt sînordar bû. Malî ava ev der li gorî dilê me ye.’’
RÊVEBERIYA HOLÊ BI ME RE ALÎKAR E
Hesene Salih Ehmed ku ji nehyeya Beacê ya Mûsilê xwe li Rojava girtî dibêje qet nebe ew di ewlehiyê de ne û dibêje, li kampa Holê ajokariyê dike, rêveberiya kampê pir bi wan re alîkariyê dikin û ev ji ber vê jî pir minêkar in.