Pêla tundiyê ya AKP’ê
Diyar e ku bi temamî şerekî psîkolojîk dikin. Armanc, di serî de malbatên gerîla dixwazin Kurdan ji hêla psîkolojîk ve biwestînin û ji têkoşînê dûr bixin.
Diyar e ku bi temamî şerekî psîkolojîk dikin. Armanc, di serî de malbatên gerîla dixwazin Kurdan ji hêla psîkolojîk ve biwestînin û ji têkoşînê dûr bixin.
11’ê Hezîranê serokwekîlê Meclîsê yê AKP’ê yê Kahtayê di fitara AKP’yiyan de axivî û got, "tundî û lînc weke vexwarina avê tiştekî jirêzê ye" lê di raya giştî de zêde li ser vê nehata sekinandin.
Li Tirkiyê ev çend zêdebûna tundiyê, çavnebariya mirovan a li hev, nûçeyên kuştinan ên ku her roj dertên helbet ji polîtîkaya tundiyê ya AKP’ê ne bêrî ye. Ji bo ku mirov baş AKP’ê fêhm bike divê mirov pêla li xwe vegerok a tundiyê ya civaka Tirk fêhm bike.
Ciwanên ku bi tundiya li kuçeyan teşe girtine, di her fersendê de wê tundiyê bikin. Jixwe her roj em li vê tundiyê rast ten. Bi vê modêla ciwanan a ku tê afirandin rengekî dî didine civakê.
Dibe ku mijareke din a ku divê were lêkolan parvekirinên ciwanan ên li medyaya civakî ne. Ciwanên ku bi tundiya li kuçeyan hatine perwerdekirin derbasî kadroyên POH-JOH’ê dibin û di serî de Kurdistan, li ku derê hewceyî çêdibe weke revdeyeke kujer a çavsor ber bi wan deveran ve dişînin.
Weke ku ji hêla her kesî ve tê zanîn hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê şerekî berfireh dike. Di şer de ji hem:û aliyan teqez wê kuştî çêbibin lê li vir a girîng ew e ku kesên ku dimirin wêneyên wan têne girtin li ber raya giştî têne nîşandan. Di dîrokê de di şer de aliyên şer hurmet ji miriyên hev re girtine. Ti heqerat li miriyan nehatiye kirin. Hikûmeteke ku ji xwe re dibêje ez misilman im ev çend nirxên civakî binpê dike û ev jî nîşan dide bê ka ev çend misilman in. Lê ji hêla her kesî ve tê zanîn ev parvekirinên ku ji hemû nirxên sincî bê par in bi wê mebestê ne ku armanc dikin pê civakê bipirnisînin.
Em ji van parvekirinan hîn dibin bê ka DAIŞ çawa ev çendî barbar û hov e û ji kû têr dibe. Stratejiya sereke ya DAIŞ’ê tirs bû û çi devera ku diçûyê dixwest bi tirsê bi dest bixe û ev dikir jî. Bi serjêkirinê, bi kaşkirina termên mirovan a li pey wesayitan, beriya ku ew biçe deverekê hovîtiya wan digihişte wan deran. Di medya civakî de me bi hev re temaşeyî şewitandina mirovan kir. Mirov jî ji tirsa dev ji mal û milkên xwer berdidan û direviyan. Bi van kirinên ne sincî û etîk mirov radest digirtin. A ku tundiyê ev çend pîroz dike û mirovan ber bi kuştinê ve dibe ji hişmendiya AKP’ê pê ve ne tiştekî dî ye.
Di demên dawî de em parvekirinên POH-JOH’ê jî dibînin. Beriya niha jî mirovên ku bi saxî li jêrzemînên Cizîrê hatibûn şewitandin, çeteyên AKP’ê yên ku mantiqa wan û DAIŞ’ê yek e cenazeyên gerîlayên ku di operasyonên Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane par ve dikirin. Jê wêdetir vîdeoyê înfazkirinê, êşkenceyê yên ku li wan dikin par ve dikin.
Wê ne şaş be ku mirov bibêje bi vê azîneyê dixwazin pêşî li têkoşîna azadiyê ya Kurd bigirin. Ti cihêtî di navbera parvekirinên DAIŞ’ê de nîn e. Bi tirsê dixwazin mirovan bipirnisînin û wan radest bigirin.
Diyar e ku bi temamî şerekî psîkolojîk dikin. Armanc di serî de gerîla dixwazin Kurdan ji hêla psîkolojîk ve biwestînin û ji têkoşînê dûr bixin. Mesajê didin wan hemû kesan ku dixwazin nirxên civakê biparêzin û dibêjin dawiya te jî wê wiha be û bi vê dixwazin civakê bipirnisînin. Hişmendiyeke wiha ya desthilatdariyê di serî de civaka Tirk teqez wê siberojê ti tiştî ib dest kesekî ve neyîne.