PE û YE dê rewşa Tirkiyeyê nîqaş bikin

PE û YE dê rewşa Tirkiyeyê nîqaş bikin

Parlamentoya Ewropayê (PE) û Yekitiya Ewropayê û Buroya Îcrayê (YE) reşa Tirkiyeyê xist rojeva xwe.  Berxwedana Taksîmê û êrîşên tund ya Polîsan di PE’yê dê saet 15.00’an de bê nîqaşkirin. Berpirsê Ewlehiyê û Têkiliyên Derve yê YE’ê  Cahterîne Ashton û nûnerên serokatiya demî yê YE’ê jî dê di nîaşê de amade bin û dê helwesta hikûmeta tirk û hêzên ewlehiyê nîqaş bikin.

JI YE’YÊ BO BERXWEDÊRÊN TAKSÎMÊ PIŞTGIRÎ

Serokên Partiyên Çep, Sosyalîst, Lîberal, Kesan û Xiristyanên Demokrat bûyerên li Tirkiyeyê wek daxwazên demokratîk yên civaka sivîl bi nav kirin. Her wiha serokê Koman bang li Erdogan kirin ku divê zêdetir nebe sedema gengeşiyê û bi hestiyar tevbigere.

Serokê Koma Partiya Xiristiyanên Demokrat ya Ewropayê Joseph Daul wiha got: “Em van çalakiyan di cih de dibînin.  Ji ber vê jî em piştgiriyê didin çalakiyan. Li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tê binpêkirin. Ev nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.

SWOBODA: ERDOGAN BELAV DIKE

Serokê Koma Sosyalîst a PE’yê Hannes Swoboda  jî got ew piştgiriyê didin çalakiyên Tirkiyeyê û şîdeta polîs jî şermezar kir. Swoboda got Erdogan li şûna çêkirinê, her tiştî xera dike û da zanîn ku hewcedariya Tirkiyeyê bi çêkirinê heye.

VERHOFSTADT: DESTHILATDARÎ NE DÎKTATORIYE

Hevserokê Koma Partiya Keskan PE’yê Danîel Cohn-Bendît jî got ew ligel çalakgerane û wiha got: “Em di van bûyeran de helwesta Erdogan qebûl nakin.”

Serokê partiya Lîberal Guy Vershofstadt jî got li welatekî demokrat şîdetên wisa nayên pêkanîn, di demokrasiyan de desthilatdarî ne dîktatoriye.

JI PLATFORMA TAKSÎMÊ Û KESKAN CIVÎN HEVPAR ÇÊKIR

Li aliyê din Partiya Keskan a PE’yê û Platforma Taksîmê saet di 16.30’an de civînekê çêdikin. Hat hînbû ku dê Korhan Gumuş, Rojda Tekîn û Sevîn Turan jî wek nûner tevli konferansê bibin.

Her wisa sibê jî dê li Strasbourgê  li ber PE’yê çalakiyê pêk bînin.